Nobeta “edaletê” di roja 188’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 188’an de çalakiya xwe ya nobeta “edaletê” dewam dike.
Riha – Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî 9’ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê” kirin di roja 188’an de dewam dikin. Ji ber yekşeme û Edliyeya Rihayê girtî ye malbat li mala xwe ya Pirsûsa Rihayê çalakiya xwe berdewam dike.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya yê hesabê Wezareta Edaletê, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, AKP û Meclis etîket kir û ev peyam parve kir: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî heye. Ev komkujî, li hemberî herkesê ku wijdanê xwe winda nekiriye hatiye kirin. Heta ku hûn vê bêedaletiya ku hemû dinya dişopîne ji holê ranekin desthilatdariya we mehkûmê têkçûnê ye."