Nobeta “edaletê” di roja 184’an de ne

Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re 184 rojin li ber avahiya Edliya Rihayê di nobeta “edaletê” de ne ji dozgerê dosyayê daxwaza hevdîtinê kiriye.

Riha - Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeda "Edaletê" di roja 184’emîn de berdewamdike. Ji ber malbat bi kurê xwe Fadil Şenyaşar ê ku sê salin li Girtîgeha Xerpêtê di hucreya yek kesî de dimîne re bi telefonê axivîn dereng hatin ber edliyeyê.
“Em ji bo her kesê edaletê dixwazin”
Ferît Şenyaşar ku li gel dayikaxwe Emîne nobetê digire axivî û wiha got: “Li ber Edliyeya Rihayê di bin zilmê de têkoşîna me ya edaletê ket roja 184’emîn. Dozek me ya mafdar heye. Ev komkujî tenê li hember me li hember her kesê xwedî wîjdan pêk hatiye. Em tenê ne ji bo malbata xwe edaletê dixwazin. Em ji bo her kesê bi bêedaletiyê re rûbirû mane re edaletê dixwazin. Partiyên siyasî yên nû tên avakirin û dibêjin em ê edalet, maf û hiqûqê bînin. Ew partiyên siyasî ku behsa mafê mirovan dikin, bila rojek serokên wan giştî werin bi me re rûnin û edaletê daxwaz bikin.”
Ferît Şenyaşar destnîşan her ku diçe pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika wî Emîne zêde dibin û wiha got: “Tevî ku problemên tenduristiyê yên dayika min hene jî her roj tê li ser vê betonê rûdinê. Ev zilm e. Ji roja me dest bi nobetê kiriye, em dixwazin bi van dozgerên her roj di ber me de derbas dibin re hevdîtinê bikin. Lê belê daxwaza hevdîtinê red dikin. Wezîrê Dadê gotibû ‘deriyê edliyê deriyê edaletê ye’. Em ê îro carek din biçin bi dozgerê dosyeyê re hevdîtin bikin. Em ê hewl bidin ku derbarê doza xwe de agahî werbigirin.  Ka êm ê binêrin deriyê edliyê, deriyê edaletêye  yan deriyê zilmê ye. Ez hêvî dikim ku wê deriyê edaletê be û dozger hevdîtina me qebûl bike.”