Nobeta “edaletê” di roja 181’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 181’an de çalakiya xwe ya nobeta “edaletê” dewam dikin.
Riha - Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeda "Edaletê" de ne. Ji ber Edliyeya Rihayê girtî ye malbat çalakiya xwe, li mala xwe ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê di roja 181’an de didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam belav kir: “Şert û merc çi dibin bila bibin, divê ne li cem ên hêzdar li cem maf û mafdaran cih were girtin. Helbet wê rojekê edaleta ku em di bin zilmê de lêdigerin, ji her kesî re lazim be.”