Nobeta “edaletê” di roja 174’an de dewam dike

Malbata Şenyaşar a 174 rojin çalakiya nobetê dewam dike got: “Zu yan dereng dê edalet bi ser keve.”

 Riha - Emîne Şenyaşar, a di êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya “edaletê” kirin, di roja 174’an de dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê, hesabên Dadgeha Destûra Bingehîn, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqerê û Baroya Dîlokê etîket kirin û ev peyam parve kir: “Nexweşxane, wêneyê dozgerên ku li doza qetlîamê mêze dikine. Hewl didin zexta dayikê ya li ser dozgeran rakin. Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve. Kesên hatin hilbijartin wê biçin. Rê xuya dike.”