Nobeta “edaletê” di roja 173’an de ne
Malbata Şenyaşar a 173 rojin çalakiya nobetê dewam dike got: “Divê dozger lêpirsîneke adil bike û nebe hevkarê sûc.”
Riha - Emîne Şenyaşar, a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê 9’ê Adarê dest bi çalakiya “edaletê” kirin. Çalakiya wan di roja 173’an de didome.
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî ev peyam parve kir: “Divê rûmeta mirovahiyê ji zilmê re bêdeng nemîne. 3 mirov li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin. 3 sal in yek kes nehatiye girtin. Divê dozger lêpirsîneke adil bike û nebe hevkarê sûc. Heke ji serdestan bitirse, bila îstîfa bike.”