Nobeta “edaletê” di roja 172’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeta “edaletê” di roja 172’an de li ber Eliyeya Rihayê didomînin.

Riha - Nobeda “edaletê” ya Emîne Şenyaşar, ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 172’an de didome.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Serokkomariyê etîket kir û wiha got: “Ji bo maf, hiqûq û edaletê li Qesra Edaletê ya Rihayê têkoşîna me ya edaletê di bin zilmê de didome. Bila edalet were û zilm bi dawî bibe.”