Nobeta “edaletê” di roja 160’an de ne: Nebin hevkarên sûc

Emîne Şenyaşar a li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar 160 rojin bi daxwaza edaletê çalakiya xwe dewam dike bang li rayedaran kir û got: “Zagonên xwe bi cîh bînin û nebin hevkarên sûc

.
Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizim û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeda "Edaletê" kirin.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: "Di dewleta hiqûqê de tu rayedar ji berpirsyariyên xwe nareve. Di nexweşxaneya dewletê de li pêş qamerayên ewlehiyê komkujiyek pêk hatiye. Dozgeriyê 23 kesên ku komkujî pêk anîbûn tespît kiribû. Tenê zagonan pêk bînin. Nebin hevparê sûc."