Nobeta “edaletê” di roja 158’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 158 rojin nobeta xwe ya “edaletê” li ber Eliyeya Rihayê didomînin.
Riha - Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizim û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê” kirine. Nobeta wan di roja 158’an de berdewam dike.
“Têkoşîna me mezin dibe”
Ferît Şenyaşar ê têkildarî çalakiya nobetê got: “Têkoşîna me di bin zilmê de didome. Kesên li vir afîşan didizin, afîşan hêcet nîşan didin û ceza dinivîsin difikirin ku em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê berdin reben in. Duh dîsa polîsan zilm li me kir. Em di afîşa xwe de dibêjin heq, hiqûq û bila ev zilm bi dawî bibe. Dozgerî û miduriyeta polîsan ji daxwaza me ya darizandina kesên 3 mirovên me qetilkirin re cezayê pereyan birî. Cezayê pereyan nikare me têk bibe. Têkoşîna me mezin dibe û didome. Heta ku daxwaza me bi cih were em ê li vir bin.”
Malbatê li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin danî: “Nobeta me ya li pêş edliyeyê, encama bêçaretî, kerb, êş û xeman e. Hûn difikirin ku dê wisa bimîne. Daxwaza edaletê û agirê di dilê dayikê de ku dişewite, wê seltenata bişatafat hilweşîne.”