Nobeta “edaletê” di roja 154’an de dewam dike
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 154 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam diki
n.
Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizim û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 154’emîn de çalakiya xwe didomînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê, ev parvekirin danî: “Li gelek deverên Tirkiyeyê, bêhiqûqî heye. Kes nikare vê înkar bike. Lê bêhiqûqiya li Edliya Rihayê, di rêza yekem de cih digire. (3 mirov li nexweşxanê hatin qetilkirin. 3 salin îdîaname tuneye). Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?