Nobeta “edaletê” di roja 153’an de ne
Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin û kurek jî di girtîgehê de ne li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 153’an de dewam dik.
Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizim û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeda "Edaletê" dayîn despêkirin di roja 153’emîn de didomînin. Ji ber îro betlaneya edliyê ye li mala xwe ya li Pirsusê nobetê dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê vê carê bal kişand ser Doza Treblinkayê û wêneyê deh bersûcên di Doza Treblinkayê ya bersucên şerê Naziyan de dihatin darizandin parve kir ku rûyê wan girtî bû û ev peyam da: "Di sala 2018'an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kur hatin qetilkirin. Dozgeriyê 23 kesên ku komkujî pêk anîn tespît kir. Hîna jî kes nehatiye girtin. Dema ku wezîfeya wekîlê ku di nava bûyerê de ye qediya, rewşa 8 dozgerên vê dosyayê jî, wê bi vî rengî be..."