Nobeta “edaletê” di roja 151’an de dewam dike
Endamên Lijneyên Kordînasyonên Bajêr ên Amed û Rihayê yên TMMOB’ê, serdana malbata Şenyaşar a lêgerîna xwe ya edaletê didomîne kirin.
Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizim û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 151’emîn de çalakiya xwe didomînin. Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar û kurê Celal Şenyaşar ê di êrîşê de hatibû qetilkirin Emîr Şenyaşar ê 13 salî di saetên serê sibê de hatin li pêş avahiya edliyeyê û bi dowizên “Ji bo herkesê edalet” û “Dayikek 151 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digire. Du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku parlementer di nava komkujiyê de heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya nobetê kirin.
Emîne Şenyaşar lorand
Serdanên piştevaniyê yên malbata Şenyaşar jî didomin. Endamên Lijneyên Kordînasyonên Bajêr ên Amed û Rihayê yên Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin.
Dayika Emîne Şenyaşar jî lorînan tiştên jiyane ji şandeyê re vegotin. Dayika Şenyaşar ku demeke dirêj lorand kurê wê Ferît Şenyaşar û şandeyê wê aram kirin. Şenyaşar, bertek nîşanî polîsên ku ew kêlî bi qemereyê kişandin da û wiha got: “Şûna ku hûn me bişopînin herin kujeran bişopînin.”
Şandeya ku demekê beşdarî çalakiya nobetê ya malbatê bû piştre ji wir veqetiya. Di vê navberê de polîsan xwest kesên di şandeyê de cih girtine di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas bike. Şandeyê jî bi lêv kir ku li cem malbatê nasnameyan nîşanî polîsan nadin, bertek nîşanî pêkanîna polîsan dan û derbasî kafeyeke nêzîkî edliyeyê bûn. Polîsan li kafeye şande di GBT’ê re derbas kir.