Nobeta “edaletê” di roja 140’an de ne

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dayî despêkirin di roja 140’an de dewame.

Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di encama êrîşa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahim Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi mehan e li pêşiya Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît ê di bûyerê de bi birîndarî xilas bibû re 140 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin.
Emîne Şenyaşar derbarê çalakiya nobetê de got: “140 roj in em li edaletê digerin. Me di vê pêvajoyê de gelek neheqî dît. Polîs her tim me dişopînin. Ez carek din dibêjim, heta ku lawê min bernedin, ez ê ji vir neçim tu cihî. Beriya ez bimirim dixwazim lawê xwe bibînim.” 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parkirin danî: “Dayika bi ser 65 salî re 140 roj in tevî 45 pileya germê jî li ber Edliyeya Rihayê li benda edaletê ye. Ya edalet an jî mirin dikare min ji vir rake. Serdozger her roj bi wesayîta xwe ya luks di ber dayikê de derbasî meqamê xwe dibe.”