Nobeta “edaletê” di roja 127’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 127 rojin li ber Edliya Rihayê di nobeta “edaletê” de ne.

Riha - Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrîşa ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta “edaletê” kirin û di roja 127’emîn de çalakiya wan didome. Dayika Emîne di çalakiyê de tiştên hatî serê wê lorand, welatiyên derdorê yên dengê wê bihîstin jî hestiyar bûn.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Tiştên ku ev 3 sal in em dijîn, heta ku kes nejî nikare fêm bike. Jixwe bila kes nejî jî. 3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 3 sal in kes nehatiye girtin! Nayê bawerkirin ne wisa? Kesên dixwazin bibin şahid bila werin em li pêş edliyeyê ne.”