Nobeta “edaletê” di roja 124’an de ne
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû 124 rojin di çalakiya nobeta “edaletê” de ne.
Riha - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû 124 rojin di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne. Ji ber ku îro dawiya hefteyê û edliye girtî ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbatê, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, derbarê serdana Erdogan a malbatên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê de ev parvekirin kir: "Serokkomar li Amedê serdana dayikên nobet digirin kir. Em bawer in ku dema bê Riha serdana dayika ku ji bo zarokên 124 rojên nobeta EDALETÊ digire jî bike. Derbarê bûyerê de şaş hatiye agahdarkirin. Wê rastî zû dereng derkevin holê."
Tê payîn ku Malbata Şenyaşar tevlî 1'emîn Kongreya Asayî ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Rihayê bibe.