Nobeta “edaletê” di roja 111’an de ne
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî li gel kurê xwe Ferît Şenyayar 111 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin.
Riha - Malbata Şenyaşar a ku sê kes ji wan ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin û kesek ji malbatê jî di girtîgehê de ye, bi daxwaza “edaletê” 111 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê pêk tîne. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe ya 5 rojên di nava heftiyê de li ber Edliya Rihayê li dar dixin, di dawiya hefteyê de jî, li mala xwe dewam dikin. Malbat îro jî mîna her dawiya heftiyê, nobeta xwe li mala xwe berdewam dike.
Malbata li ser hesabê xwe yê medyayê, wêneyekê xwe yê bi Omer Farûk Gergerlîgolû yê parlamenteriya wî hat xistin û dûre hat girtin re kişandibû parve kir û wiha got: “Kesên ku heq, hiqûq û edaletê dixwazin bi tenê nehêlin.” Di dewama parvekirinê de ev peyam hat dayîn: “Li vî welatî, heta ku gel ‘zane û birêxistinkirî nebe’, DEWLETA HIQÛQ’ê bi awayekî rast neyê avakirin, weke gel wê her dem li zilm û nehqî bê kirin. Li dijî zilmê bêdeng nemînin! Mirovahî vê yekê daxwaz dike…”