Nobeta “edaletê” di roja 103’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyşar ên bi boneya piştgiriya hiqûqî li Dîlokê ne wê bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu re hevdîtinê bikin.
Dîlok - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êriş kirin û di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar rizgar bû ji 9'ê Adarê de ye li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeda "Edaletê" kirin, di roja 103’emîn de didome.
Emîne û kurê xwe Ferît ên ji hefteya 5 rojî li ber Edliyeya Rihayê nobeda "edaletê" digirin biryar dan ku biçin bajarên cuda û partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sîvîl ziyaret bikin. Malbatê do ji serdana Dîlokê dest pê kirin, serdan îro di roja duyem de ye. Do bi Baroya Dîlokê, Partiya Saadetê, Partiya Siberojê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sendikaya Kedkar Zanist û Perwerdeyê (Eğitim Sen) serdan pêk hat û daxwaza piştevaniya hiqûqî hat kirin. Îro jî tê payin Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu yê di çarçoveya Komxebata Serokên Şaredariyê de li Dîlokê ye hevdîtin pêk bê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev tişt parve kir:"Têkoşîna me ya edaletê di roja 104'emîn de ye û li Dîlokê dewam dike. Li Rihayê ji T.C'yê cudatir hiqûqek cuda pêk tê. Li pêş qamerayên ewlehiyê li Nexweşxaneya Dewletê 3 mirov tên qetilkirin. 3 sal in doz nayê vekirin. Tenê girtiyek tune ye! Dibe hûn bawer nekin lê ev rast e."