Nobeta “edaletê” 243 rojin dewam dike

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 243’an de dewam dike.

Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 243’an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye, malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Kesên ku hiqûqa serdestan pêk tînin bila qala edalet û hiqûqê nekin. Heke destûr nadine te tu hiqûqê pêk bînî, îstifakirin jî şeref e. Kesên mirovahiya xwe winda kirine vê zilma li nav derî nebînin jî gelê Rihayê, Tirkiyeyê û Dinyayê vê zilmê dişopîne."