Nobeta “edaletê” 142 rojin dewam dike

Nobeta “edaletê” ya 142 rojin ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê dewam dike ji aliyê Şaxên Egitim Senê yên 1, 2, 3 ve hat ziyaret kirin.

Riha - Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin di roja 142'emîn de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, piştî ku bi ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin re bi telefonê axivîn, hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Şaxên 1, 2, 3 yên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) yên Amedê, serdana Malbata Şenyaşar kirin û piştgirî dan çalakiya wan. Malbatê, heyeta Egîtîm Senê bi dovîzên li ser wan "Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji bo herkesî edalet" û "Em edaletê dixwazin" nivîsandî pêşwazî kir. Rêveberên şaxên SES û Egîtîm Senê yên Rihayê jî tevlî heyeta Amedê bûn û bi wan re serdana malbatê kirin. 
Emîne Şenyaşar, qala tiştên ku roja komkujiyê hatine serê wan û têkoşîna xwe kir û bi van gotinan bertek nîşanî polisên ku axaftina wê kişandin da: "Kesên ku me qetil kirin li Pirsûsê digerin. Li şûna ku hûn me dişopînin wan bişopînin. Dewlet li ku ye? Li vê dewletê edalet tune ye."
Heyetê ji bo demekê bi malbatê re nobet girt.