Nobeta Azadiyê di roja 38’emîn de didome

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî, Mexmurê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî bû, di roja 38’emîn de didome.

Mexmur – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 24 sal in li girtîgeha Îmralê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanan ji bo hevdîtinê tên kirin jî, ji 25’ê Adara 2021’an ve tu  agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo dawî anîna tecrîda mutlaq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê hat dest pê kirin. Nobeta Azadiyê ya bi dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ li Sazîya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja xwe ya 38’emîn de didome.

Çalakiya Nobeta Azadiyê dê her roj bi dewir girtina komeki berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma 38’emîn ve hat dewirgirtin. Beriya merasîma dewirgirtinê destpê bike ji bo tevahî şehîdên şoreşê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 38’emîn hevşaredara wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen axivî û wiha got: “Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin rewşek giran deye, îro li ser tecrîd tê meşandin. Li her derê çalakî ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê li darxistin. Ji bo ku ev tecrîd Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dawî kirin, bê rakirin û em agahiyek jê bigrin îro bi mehane me çalakî daye destpê kirin, em jî wek wargeha Mexmûr çalakiyên xwe berdewam dikin. Îro em dizanin ku bê mafîyek, bê hiquqiyek li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, cardin cezayê disiplînê dan Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em tu bi tu şêweyî agahî ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nagrin, mixabin qedexeyek li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e û mafê wî ji destê wî hatiye girtin. Em wek gelê Kurd tecrîda ku li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar dikin, em bang li hemu Kurdan û CPT dikin ku li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derkevin.”

Piştî axaftinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hat berzkirin.