Nobeda Edaletê ya li Enqereyê di roja 90’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku çalakiya xwe ya li ber Wezareta Edaletê di roja 90’an de berdewam dike, careke din xwest qeydên bûyerê bên eşkerekirin.

Enqere-Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 90'î de dewam kir.

Emîne Şenyaşar li ber Wezaretê axivî û da zanîn ku divê qeydên kamerayê yên der barê dema bûyerê de bên derxistin û got divê kurê wê demildest bê berdan.

Malbat piştre derbasî meclisê bû.