Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê, di roja 70'yemîn de ye.

Enqere-Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 70’yemîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re hat ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza edaletê kir. 

Emîne Şenyaşar fitariya xwe li ber wezaretê vekir. Piştî fitariyê jî çalakiya xwe domand û paşê ya îro bi dawî kir.