Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 102’an de berdewam dike

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Edaletê di roja 102’an de berdewam dike.

Enqere-Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 102’yan de didome. 

Emîne Şenyaşar bi panqarta: “Rêya asayîbûn û nermbûnê di rêya edaletê re derbas dibe. Nobeda me ya Edaletê ya li dijî hiqûqa serdestan di roja 102’an de ye. Ji bo malbata Şenyaşar edalet ji bo herkesî edalet e” û “Ez duho jî ji bo edaletê li vir bûm îro jî ji bo edaletê li vir im. Bila roja din deynê min be ger bijîm ez ê dsa bêm. Heta ku edalet pêk were. Dotira rojê jî deyndarê we be, ger bijîm, teqez ezê werim. Nobeta xwe domand. Parlamentera Partiya DEM'ê ya Mûşê Sumeyye Boz Emîne û Dayika Aştiyê Fînce Akman a ji Stenbolê hat jî piştgirî da Emîne Şenyaşar. 

Li aliyê din Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an hat girtin, di bin bandora Emîne Şenyaşar de ma û çalakiya rûniştinê ya li ber Wezareta Edaletê di roja 25'an de berdewam kir.