Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 72'an de didome

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê, di roja 72'an didome. Endamên Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiya Enqereyê û Sevînç Çakar serdana Emîne Şenyaşar kirin.

Enqere-Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 72’an de dewam kir. 

Endamên Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiya Enqereyê û Sevînç Çakar a ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an cezayê muebedê li kurê wê hat birîn, serdana Nobeda Edaletê kirin. 

Malbata Şenyaşar piştî fitariyê derbasî meclisê bû.