Nobeda Edaletê li ber Meclîsê berdewam dike: Êdî bes e

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari ku çû serdana Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê didomîne got: êdî bes e.”

Enqere-Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 7’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar a beriya çend rojan emeliyat bû û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e bi hev re li ber deriyê li hembeî Serokatiya Meclisê çalakiya nobetê dan destpêkirin.    

‘Êdî bes e’ 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, berdevka partiyê Ayşegul Dogan û parlamenterên DEM Partiyê îro serdana çalakiya Emîne Şenyaşarê kirin.  

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku Emîne Şenyaşar 7 sal in ji bo edaletê têdikoşe û wiha got: “Nobeta Edaletê ya dayika Emîneyê li vir li Meclisê ye, li saziya ku edalet lê pêk were berdewam dike. 

 Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku kesên komkujî pêkanîne destên xwe dihejînin û li derve digerin û got: “Lê dayika Emîne û kurê wê, hemû malbat êşê dikişîne. Êdî bes e, divê daxwaza edaletê ya dayika Emîneyê îro hemû Meclis û parlamenter bibîhizin. Divê îro ev lêgerîna edalet û heqîqetê, êşa dayikekê ji aliyê herkesê ve bê bihîstin. Divê bi taybetî raya giştî vê bibîne; Daxwaza dayika Emîne, lêpirsîneke hiqûqê ya rastî ye. Heke ew lêpirsîna hiqûqê pêk were, dê ne bi pergala darizandinê ya kesên ku alîgirên desthilatê dê bi awayekî objektîf pêk were.”

‘Divê hemû raya giştî vê êşê bibihîze ‘

Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku li vir edalet û hiqûq pêk were. Daraz her tim li aliyê kesên xurt e. Di vê serdemê de jî mixabin daraza heyî weke darê deshilatê tê bikaranîn. Em vê qebûl nakin. Weke her demê, îro jî em li kêleka lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê ne. Dema dayika Emîne ya du kurên xwe û hevjînê xwe winda kir îsal bîranîn pêk anî, ez jî tev li bûm. Dayika Emîneyê tevahiya bîranînê di navbera her du kurên xwe de ma û her tim girî. Nekarî biçe ser gora hevjînê xwe. Êş tişteke wiha ye. Divê hemû raya giştî vê êşê bibihîze. Hemû rayedarên ku gava din malbatê behsa wan kir neçar in vê êşê bibihîzin.”