Nobeda Edaletê: Em ê bibin dengê girtiyan

Malbat û rêxistinên girseyî ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 104 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hatine destpêkirin Nobeda Edaletê dan destpêkirin.

Amed – Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 8’an de berdewam dike. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ji bo piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi “Nobeta Edaletê” kirin.

Çalakiya nobetê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate destpêkirin. Têkildarî nobetê li Şaxa TUAY-DER a Amedê daxuyanî hat dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat bertek nîşanî polîsên hewl didan daxuyaniya li pêşiya komeleyê asteng bikin da û diyar kir ku dê li her devera komeleya TUHAD-FED’ê lê heye nobetan bidin destpêkirin. Kerem Canpolat, wiha domand: “Em tevek niha di tecrîdê de ne. Dîmenê îro jî vê rastiyê nîşan dide.”

‘Em dixwazin bibin dengê girtiyan’

Kerem Canpolat, anî ziman ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Girtiyên siyasî ji bo ku raya giştî ya derve li dijî tecrîdê bêhtir dengê xwe derxîne dest bi greva birçîbûnê kirin. Em jî dixwazin bi çalakiya xwe ya nobetê bêhtir bibin deng, dil û çavê girtiyan. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigere. Hêj grevên birçîbûnê neketin merheleyeke xeternak divê em bêhtir bibin dengê girtîgehan.”

‘Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin’

Di berdewamê de Kerem Canpolat ev tişt anî ziman: “Li gorî me sedema temamiya xitîmînên heyî, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo jiholêrakirina vê rewşê, divê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re, bi malbat û bi raya giştî re bê gel hev. Li gorî me dê ev yek di mijarên aborî, siyasî û derûnî de bandoreke erênî bike. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo raya giştî binirx in. Got; ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de şerê li Tirkiyeyê bidim sekinandin.’ Ev gotin, pir girîng e. Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin. Her 3 rojan carekê dê nobet were dewrkirin.”

Piştî daxuyaniyê girseya gel bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" dest bi nobetê kirin.

‘Em xwedî li greva birçîbûnê derdikevin’

Şaxa Çukurova TUHAY-DER a Mêrsînê li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Mêrsînê Perîhan Koca û alî Bozan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi zimanên kurdî û tirkî pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Hevserokê Şaxa Çukurova TUHAY-DER’ê ya Mêrsînê Ergîn Altuntaş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan 24 sal in bênavber di tecrîdê de tê ragirtin û îşkencekirin. Di van 33 mehên dawî de jî tu agahî jê nayên girtin. Li Girtîgeha Îmraliyê tevahiya normên hiqûqa navxweyî û navneteweyî hatine binpêkirin û veguheriya navenda îşkenceyê. Abdullah Ocalan vîna bi milyonan kesa ye û vê tecrîdê girêdana xwe bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re heye. Em, xwedî li greva birçîbûnê ya li 104 girtîgehan hatiye destpêkirin derdikevin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ji bilî vê tu şenseke din a aştiyeke birûmet û çareseriyê ya gelên Tirkiyeyê nîne.”

Ji parlamenteran bang

Piştî daxuyaniyê, girse ji bo çalakiya Nobeta Edaletê derbasî avahiya komeleyê bû. Parlamentera HEDEP’ê Perîhan Koca di nobetê de axivî û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, divê Abdullah Ocalan azad bibe. Koca, bang li her kesî kir ku li dora çalakiyê bibin yek.