Nobeda Edaletê di roja xwe ya 8’emîn de ye

Emîne Şenyaşar di roja 8'emîn de li ber Parlamentoya Enqereyê Nobeda Edaletê berdewam kir.

Enqere- Çalakiya nobeda edaletê Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û 2 kurên wê di êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 8’emîn de li ber meclîsê berdevam dike.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû serdana Emîne Şenyaşar kir. 

Her kesî çav û guhê xwe li daxwaza edeletê ya Emîne Şenyaşar girtiye

Omer Farûk Gergerlîoglû di serdanê de axivî û diyar kir ku her kesî çav û guhê xwe li daxwaza edeletê ya Emîne Şenyaşar girtiye û got: “Her kes vê daxwazê ji nedîtî ve tê. Em li ba te ne. Piştî ewqas bêhiqûqî û bêdaletiyê li bendê ne ku Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş gavekî biavêje. Çima tu gavekî navêjî? Ji roja dest bi çalakiya kiriye çar caran emeliyat bûye û 70 salî ye. Lê kêliyek dest ji têkoşîna xwe ya biryardar berneda. Tişta ku kes nake ew bi tena serê xwe dike. Du lawên wê û hevjînê wê bi zalimî û nemerdî hatin qetilkirin.” 

‘Dayika Emîne serî li ber bêdaletiya dinyayê rakir’

Omer Farûk Gergerlîoglû da zanîn ku dayikek li ber deriyê Meclisê li benda edaletê ye û wiha axivî: “Bila dinya hemû viya bibîne. Çalakiyê dî xwe spartiye Meclisê. Dayik hatiye ber biryar û îradeya gel. Çima gav nayên avêtin? Çima Serokê Meclisê tu xwe bêdeng dikî? Berxwedanek ezamet e û bi tena serê xwe bi ser ket û dayika Emîne serî li ber bêdaletiya dinyayê rakir. Ez birêz Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş vedixwînin cem dayika Emîne.” 

Paşê Emîne Şenyaşar jî axivî û wek her roj daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.