Nobeda Edaletê di roja 810’emîn de ye
Malbata Şenyaşar ku di roja 810’emîn de Nobeda Edaletê didomîne wiha got: “Divê ku kabîneya nû ji edaletê lêborîn bixwaze û dest bi kar bike.”
Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 810’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Divê ku kabîneya nû ji edaletê lêborîn bixwaze û dest bi kar bike. Bi hezaran mirov bi awayên bêsûc girtî ne. Dikarin van mirovan bidin berdan da ku rêya xwe xwe berdewam bikin. Ji bo ev dewlet bibe dewleta hiqûqê wê bibe gavek mezin. Di roja 810’emîn de #jiboedaletêtêkoşîn dewam dike. (#adaletiçin mücadeleye.”