Nobeda edaletê di roja 718’an de ye

Malbata Şenyaşar di roja 718'an a nobeda edaletê de spasiya her kesê ku piştgirî da wan kir.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 718’an de ye

Malbata Şenyaşar ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kirin, “Nobeda me ya Edaletê ket sala xwe ya sêyemîn. Ya ku hêz da  me mafdar û baweriya me ye. Em spasiya hemû pêkhateyên di bin sîwana Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dikin ku piştgiriyê didin têkoşîna me ya edaletê. Spas ji her kesê ku doza me ya mirovahiyê parve kir û parast."