Nivîskarên jin: Her ku tavanên cam dişkên, hêviyên jinan zêdetir dibin
Jinên ku beşdarî 3’yemîn Mîhrîcana Pirtûkan a Afrîkayê bûn balkişandin ser rêjeya beşdariya jinan a siyasetê û gotin ku ev hê jî kêm e ji ber feraseta mêr hê jî di pêvajoyan de serdest e. Jinan gotin “Her ku tavanên cam dişkên hêviyên jinan zêdetir dibin.
RECA XERAT
Marakeş – Ji bo ku jin bi rêya nivîsar û tecrubeyên xwe yên di siyasetê de tevlî jiyanê bibin, mîhrîcanek tê lidarxistin. Li Marakeşê 3’yemîn Mîhrîcana Pirtûkan a Afrîkayê bi vê armancê tê lidarxistin.
Mîhrîcana ku duh destpê kir, ewê heta 2’yê Sibatê berdewam bike. Di destpêka mîhrîcanê de panelek hat lidarxistin. Di panelê de jinan li ser berhemên xwe û tevlîbûna xwe ya li siyasetê nîqaş kirin. Her wiha li ser nêrînên hişk ên di nav civakê de û newekheviya di navbera zayendan de jî nêrînên xwe vegotin. Wezîra Edaletê ya berê ya Fransayê Christiane Taubira ku nivîskar e jî, di panelê de axivî. Christiane diyar kir ku mêr hêza siyasî di destê xwe de digirin û di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de serdest in.
‘Bi piranî mêr siyasetê kontrol dikin’
Christiane destnîşan kir ku jin bên qonaxên girîng jî, her tim ji rêveberiya asta bilind dûr tên girtin. Christiane wiha got: “Rola jinan a di siyasetê de bi piranî serre dimîne. Jin di nav gelek civakan de, tenê di asteke ku erê dikin û li gor ahengê tevdigerin de tê dîtin. Welatên demokratîk jî di nav de li her welatî hema bêje di her civakê de ev rewş tê dîtin. Di pergalên bavsalar (Patriyarî) de desthilatî bi giştî ji aliyê mêran ve tê kontrolkirin. Serdemên dayîksalarî yên ku antropolog jî nîqaş dikin ne tê de, di piraniya serdeman de mêr serdest in.” Christiane li ser jiyana xwe ya siyasî jî mînakan da û anî ziman ku dema tevlî qada siyasî bûye rastî gelek astengiyan hatiye. Chrisiane li ser vê mijarê ev tişt gotin: “Pênaseya hêzê û avabûnên siyasî bi piranî ji aliyê mêran ve hatine teşekirin. Lewma jî jin her roj neçar dimînin li hember vê pergalê têbikoşin. Lê hinek jin hene ku li gor ahenga feraseta mêr a serdest tevdigerin û bi vî awayî rola xurtkirina vê pergalê digirin ser xwe. Ez jî di salên 1970’yî de di bin bandora feylezofên Fransî yên wek Simone de Beauvoir, Jean-Paul Sartre û Albert Camus de mam. Bi taybetî jî nîqaşên li ser tundiya şoreşgerî yên di navbera Sartre û Camus de, şopeke kûr li ser min hiştin.”
‘Ev rewş ne tenê li Afrîkayê, li Asya û Avrûpayê jî heye’
Christiane da zanîn ku pirtûka antropologa Senegalî Awa Thiam a bi navê "La parole aux négresses" xwendiye, piştî wê têkoşîna jinan baştir fam kiriye. Christiane wiha got: “Min fam kir ku jin ne ji ber zayenda xwe, di heman demê de ji ber çîn û nîjada xwe jî rastî zextan tên. Min dît ku jinên reşik sê qat zêdetir rûbirû dimînin. Gava li Parîsê xwendevan bûm, min fam kir ku tevlîbûna li nav siyasetê çiqas girîng e. Ger ku jin nikarin di nav siyasetê de zêde cîh bigirin, divê em li ser vê mijarê bifikirin. Ev rewş ne tenê li Afrîkayê, li Asya û Avrûpayê jî tê dîtin. Nîvê civakê ji jinan pêk tê, lê di pêvajoyên biryardayînê de bi piranî li derveyê pêvajoyê tên hiştin. Pêwîst e em di serî de vê rastiyê fam bikin û bikevin nav liv û tevgerê. Hinek jin di siyasetê de cîh bigirin jî, ji aliyê pergala mêr a serdest ve bi armanca hijmetê tên bikaranîn. Pêwîst e jin tenê bi hebûnê sînordar nebin, divê gavên ji bo veguherîna rastîn bavêjin. Çawa ku îro mêr aboriyê bi rêve dibin û bi yasayan berjewendiyên xwe diparêzin, divê jin jî heman tiştan bikin. Pêwîst e em vê mîrasê parve bikin û ji nifşên pêşerojê re ragihînin.
Ji jiyana dayîka xwe îlham girt
Wezîra berê ya Perwerdê ya Fas û Fransayê Najat Vallaud-Belkacem jî di panelê de axivî. Najat diyar kir ku pêwîst e jin di pirsgirêkên siyasî û civakî de rolek çalak bilîzin. Najat qala pirtûka xwe ya bi navê “Jiyan Ji Te Zêdetir Xwedî Hêza Xeyalê ye” kir. Najat da zanîn ku di pirtûka xwe de îlhama ku ji têkoşîna jiyana dayîka xwe girtiye, vedibêje. Najat wiha got: “Ji ber ku serxwebûna dayîka min tunebû û rastî tengasiyan dihat, min dest bi têkoşînê kir. Min xwest niheqiyên li wê hatine kirin, tekûz bikim.”
Najat da zanîn ku bi piranî çîrokên civakî yên jinan nayên vegotin. Najat destnîşan kir ku ev valahî jî bi piranî bi gotinên mêrane yên serdest tê dagirtin. Najat wiha got: “Çîrokên jinan tune dihesibînin. Ji bo ku di bîra me ya civakî de cîh bigre, divê hê gelek dem derbas bibe. Lewma jî tiştên ku bandorê li ser civakê dihêlin bi piranî ji aliyê mêran ve tên vegotin. Mijarên wek têkiliyên romantîk ên ku jin jê hez dikin divê çawa bin, divê jin çawa flort bikin û têkiliya di navbera jin û mêran de divê çawa be, bi piranî ji aliyê nêrîna serdest a mêr ve tên teşekirin.”
Astengiyên ku jinên koçber dijîn
Najat balkişand ser ciyê jinên koçber ê di siyasetê de û diyar kir ku pêşketina wan gelek zor e. Najat wiha got: “Astengiyên ku nayên dîtin û wek ‘tavanê cam’ tên binavkirin, ne tenê di siyasetê de di sektora taybet û saziyên dewletê de jî pêşketina jinan dijwar dikin.
‘Her ku tavanên cam dişkên jin hêvî digirin’
Najat da zanîn ku ev jî ne bes e, divê jin bighên pozîsyonên rêbertiyê û pergala siyasî jî bi awayekî wisa bê tekûzkirin ku ji bo jinan zêdetir cîh bê vekirin. Jin di qonaxên bilind de cîh digirin lê ev ne bes e, pêwîst e ku yasayên li gor berjewendiyên jinan bên çêkirin. Wek encam em dikarin bêjin ku pêwîst e jin di siyasetê de zêdetir hêza xwe nîşan bidin, yasayan biguherînin û di hemû derdorên civake de rolên çalaktir bigirin ser xwe.”