Nivîskara Tûnisê bale dikşînê ser pirsgirêkên jinan

Nivîsakara Tûnisê Umm Al-Zein Benshikha Al-Miskini bi pirtukên xwe bale dikşîne ser pirsgirêkên ku jin jiyan dikin, Umm Al-Zein Benshikha Al-Miskini ji bo jinên Tûnisê dibêje: “Li dijî tundiyê neçarin xwe bi parêzin.”

ÎHLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Nivîskar û lêkolînvana Tûnisê Umm Al-Zein Benshikha Al-Miskini ku li ser Femînizmê lêkolîn dike pirtukên wê ên derbarê felsefe, jin, huner û estetîkê û gelek pirtukên wê yên entelektuel hene. Di demek nêz de pirtuka xwe ya bi navê “Feminine Hustle” weşandî bersîva pirsên ajansa me da.

*Mijara bingehîn ya pirtukên we ji jinan pêktê. Ji vêderê bikevin rê derbarê rastiya jinên Tûnisê de hûn dikarin çi bêjin?

“Dema li qanûnên Tûnisê tê temaşekirin, derbarê jinan de gelek maf hene, qanûnên ku wekheviya jin û mêran nas dike heye. Lê belê tenê weke qanûn dimînin. Civaka sivîl hertim binpêkirinên ku jin rastî tên şermezar dikin. Jin di gelek qadên jiyanê de rastî êrîşan tên. Ez difikirim ku cihê erdnîgarî giring e. Ev sîstemek ya fikrê û encama desthilata mêr e. Ji bo diyardeya tundiya li dijî jinê bi dawî bibe karkirin di heman demê de ne têkoşînek li dijî mêr e, bi gîştî têkoşînek li dijî sîstemê ye.

Statuya jinê tenê ne bi cihê erdnîgarî ve girêdayî ye, hê zêdetir weke ‘nasnameya zayendê’ derbarê jinan deye. Pêwîstiya jinê bi wê yekê heye ku bi xwe cihê xwe diyar bikin. Ji bo naskirina serkeftinên jinan û ji bo mafê xwe bi dest bixin divê zagon werin bi cihkirin. Li zanîngeha Tûnisê li gora zanîngehên din ên li herêmê hê zêdetir bûna xwedî mafê wekheviya akademik û zanîstî rewşek erêniye. Lê belê jin di gelek qadên jiyanê de li gel mêran ne xwedî mafê wekhevin. Yek ji van qadan jî qada çandiniyê ye. Tûnisî ji bo pêwîstiyên xwe yên xwarinê bi cih bînin diçin baxçeyan, di encama qezayên kamyonên nakliye  de gelek jin jiyana xwe ji dest didin. Di heman demê de jinên ku di baxçeyan de dixebitin rastî nêzîkatiyên xirab û tundiyê tên.

*Gelo jinên lêkolînvan parastina jinên ku rastî cihêkariyê hatin bi serxistin?

Jinên lêkolînvan ên ku di qada felsefeyê de, ne tenê ji bo jinan, xebatên wan ên derbarê azadiya hemû civakê de giring e. Felsefe ne tenê pisportiyek akademîke, qadek ku jin parastina statu û pirsgirêkên xwe bikin e. Jin dikarin felsefeyê bikin qadek ya azadiyê. Ne tenê parastina dozên jinan bike, dikare azadiya hemû civakê pêk bîne. Rêyek ya jinên Tûnisê a têkoşînê heye, ez jî dibinim ku wê felsefe dengê jinan bide bihîstin, weke amûrek ya têkoşînê wê li dijî hemû cûrê zextê li berxwe bide. Li Tunusê jin fener û mumek ku hemû cîhanê ronî bike ye. Li dijî hemû bê edaletî û taritiyê têkoşîn dike. Ger di aliyê felsefî de lê were meyzekirin li mal, baxçe, zanîngehê, li kar têkoşer û kedkar e. Ez di wê baweriyê deme nivîsîn ne lüksek e awayek yê têkoşînê ye. Ji parastina vê dengê rastiyê û parastina rumeta gelê hatî tepesandin têkoşînê didim. Mînak bi pirtuka xwe ya ‘tugayên leşkerî’ min bal kişand ser pêwîstyên edaleta civakê.

*Bi giştî rastiya civakê, bi taybet jî xebatên we yê herî dawî ya feminîzmê kîjane?

Sala bûrî, encamên xebatên min ên çend salan û hemû bi hevre hate çapkirin, çar pirtukên min hate weşandin. Di nav van de pirtuka min ya yekem ‘Di qada civakî de felsefe’ hebû, bi rêya vê min xwest parastina felsefeyê bikim. Divê em felsefeyê ji dîwarên zanîngehê derbixin li tiyatroya kolanê bi weşînin. Felfesefe dikare bibe ‘felsefeya kolanan.’ Îro bi taybet van rojan ku cîhan ketiya helê wehşî. Divê em hesabê qirkirina li Filistin tê jiyin bi pirsin. Di pirtuka min ya “The Feminine Hustle” de xebatên femînîst, beşek ji derbarê naskirina hunermendên jin yên Ereb û Tunusê cih digre. Di pirtuka min ya ‘Dekolonyal Ufuk" pirtukek ku naskirina xebatên xulikkar, sêhra rojava ji hol rake û me ji zîhnyeta hêzên qirker rizgar dike mejî diveke ye. Romana min ya bi navê ‘Nêçîrê rok çûna ava’ çîrokek bi êş vedibêje.

Jin qasî di qadên taybet de hene, ewqas di qadên civakî de jî hene û ez behsa pirtuka xwe ya “Feminine Hustle” dikim. Di qadên civakî de qerebalixek zêde heye, qêrîn û hêrs jî di nav de sernivîsa vê pirtukê min wê ‘Hêrsa jinê’ hilbijartiye, lê belê ji ber têde vegotinên xweşik hebûn min  “Feminine Hustle” hilbijart.

*Peyama we ji bo jinan çiye?

Ez zanîngehê weke tenê cihek ku jin xwe bi parêzin û parastina xwe bikin nabînim. Baweriya min bi Jinên Tûnisê ên ku bi rumet û nirxên azadiyê tije û tevî îstisnayan wê bi serbikevin, li dijî tundiya ku wan jiyan kiriye û zilmê bêdeng nemînin û hewil didim tiştê ku jiyan kirine bikim rapor. Jinên Tûnisê neçarin li dijî tundiyê parastina xwe bikin.”