Nivîskara Mexribî êş û azarên jinan ji dinyayê re radgihîne

Nivîskar û helbestvana jin a Mexribî Esmaa El-Maslûhî ku bi nivîs û romanên xwe dibe dengê jinên Mexribê: "Bi nivîsandinê dixwazim bibim dengê êş û azarên jinan. Rastî û çîrokên wan ên veşartî eşkere bikim."

RECA XEYRET

Mexrib – Nivîskara jin a Mexribî Esmaa El-Maslûhî bi nivîsên xwe êşên jinên taxa El-Melah a bajarê Tedwan a Mexribê dinvîse. Esmaa bi xwe ji bajarê Tedwanê ye û li wir mezin bûye. Gelek berhemên wê yên wêjeyî hene. Yek ji wan jî ‘Aşê Demê,  Rojnivîska Jineke di Çil Saliya Xwe de’ ye. Ev roman behsa serhildana jinê ya li dijî kevneşopî û civaka serdest a mêr dike. Lehengên nivîs û romanên nivîskar Esmaa El-Maslûhî, jinên Mexribê yên ku bi êş û tunekirinê re rûbirû mane û ji rûmet û azadiya wan bê par hatine hiştin in.

'Bi nivîsandinê êş û azarên jinan tînim ziman'

Esmaa El-Maslûhî derbarê romana xwe ya bi navê ‘Aşê Demê..Rojnivîska Jineke di 40 Saliya Xwe de’ de wiha got: “Ev roman li ser qêrîn û serhildana li dijî civaka ku mafên mirovahiyê ya jinan nas nake ye. Qala bûyerên ku li bajarê Tedwanê rû didin dike. Civaka vî bajarî jî mîna civakek teng û nepêşketî tê nasîn. Bi taybetî di salên 80 û 90'î yên sedsala borî de. Wê demê jin di bin navê vdet û kevneşopiyê de hatibû hiştin û nikaribû van pîvanên civakê derbas bike. Lehenga romanê nikarîbû îtîrazê bike û qêrîna wê heta çil saliya xwe hat paşxistin. Di wê demê de her tiştê ku di hundirê wê de diqewimî, derxist holê û karîbû nerazîbûn û serhildana xwe li dijî kevneşopî û adetên civakê derxe holê. Ji ber ku van edetan azadiya jinan kêm dikir û nikaribûn xwestekên xwe diyar bikin. Her wiha jinan ji azadiya bijartinê bê par kiribûn.”

'Pirtûkên min bûne qêrîna jinên bindest'

Derbarê pirtûka xwe ya ‘Qêrînên Pempe..Çîrokên Jinan Ji El-Melahê’ de jî Esmaa El-Maslûhî anî ziman ku ew bi xwe ji taxa El-Melahê ye, li wir hatiye dinyayê û li wir mezin bûye. Esmaa, wiha got: “Ew taxeke gelêrî ye, ji ber ku mirovên ji herêmên beravê li wir dijîn. Bi taybetî jinên ku ji bajarên din hatibûn, lê dijîn. Ji ber ku bajarê Tedwanê deriyê bajarê Sebte bû. Dema ku ez biçûk bûm, min gelek çîrok û serpêhatiyên jinan dibhîst. Ev çîrok bûn sedema meraqa min û ez bi pey rastiya van çîrokan ketim. Piştî ku mezin bûm, min meraqên xwe pêk anî û ev çîrok nivîsandin û pirtûk amade kirin. Van jinan jiyanek bi azar, êş, serhildan, tundî, niheqî û zordestî derbas kirin. Ev yek jî hişt ku wan bi rengê portreyan binvîsim, da ku deng û qêrînên wan bên bihîstin."

'Hêviya ku ev pirtûk bibin dengê jinan'

Esmaa El-Maslûhî diyar kir ku wê ji bo romana xwe navê ‘Qêrînên Pembe’ bijartiye, ji ber ku qêrîn, şoreşa li dijî zilm û bindestiyê ye. Esmaa derbarê navê romana xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê roman berevajî rengê pembe, wêneyek tarî hildigire. Rengê pembe hate bijartin, ji bo ku rengê hêviyê di pirtûkê de derkeve. Em bi hêvî ne ku ev pirtûk bibin cîhên çareseriya pirsgirêkên jinan û ev qêrîn bibin hêviya jiyanek baştir û dengê jinan ragihîne.”

Amedekariya portreyên wêjeyî dike

Her wiha pirtûkek Esmaa, bi du beşan û bi navê "Al û Navên di Bîranîna Tedwanê de" jî hatiye çapkirin. Ev pirtûk jî li ser kesayetên jinên ku li Tedwanê di hemû waran de xwedî bandor in, weke qada çandî, civakî, hunerî û jiyanî, hatiye amadekirin. Di heman demê de Esmaa amadekariya çêkirina portreyên wêjeyî yên li ser çîroka jinan jî dike.