Nivîskar Sreh Kromî di nava lîsta rêveberên ciwan de hat dîtin
Niviskara Mexribî Sreh Keromî di nava lîsteya 100 ciwanên Efrîqa yên rêveberên abûriya pêşerojê ya ku di sala 2020'an de hatî amadekirin de cîh girt.
Navenda Nûçeyan – Niviskar Sreh Keromî EL-Mexribî di nava 100 rêberên Efrîqa yê di rêza 36’an de cîh girt. Li gorî lêkolînek salane ya ji hêla peymangeha "Chawasol" ve hatî amade kirin lîsteya ji 100 serokên aboriya pêşerojê ya ciwanên Afrîqî yên temenê wan di bin 40 salî de û 9 serokên ciwan ên ji Mexribê ne têde cîh girt weşandin.
100 rêveberên ciwan ên ji bo pêşketinên abûrî li parzemîna Efrîqa, her wiha li gorî hin kêrhatinên weke " wêne, exlaq , hêz, kar, bandorbûn, têkilî, qudret û rêveberinê" jî hatin berçavgirtin. Lêkolînên ku di sala 2019'an û 2020'an de hatin çêkirin li ser çar astên esasî hate dayin, ew jî desbêkirina diyarkirina armancan û vegerandin li nirxandinên sala 2019'an bû, her wiha piştî wê lêkolîn ji bo hilbijartina kesayetên nû were çêkirin, Erêkirina dawî ya 100 rêberên aborî yên ciwanên sozdayî yên Efrîqa ye.