Nivîskar Newal El-Saadawi jiyana xwe ji dest da

Bijîşk û nivsîkara Misrî Newal El-Saadawi 21’ê Adarê di temenê 90 salî de li payîtexta Misrê Qahîreyê jiyana xwe ji dest da.

Qahîre - Parêzvana mafê mirovan bijşk û nivîskar Newal El-Saadawi di roja ku li gelek welatan cejna Newrozê dihat pîrozkirin 21’ê Adarê de li payîtexta Misrê Qahîreyê ji ber nexweşiyê çu ser dilovaniya xwe. Nivîskara ji nêz ve tê nasîn gelek pirtûk nivîsandiye. Pirtûka wê ya li ser jin û islamiyetê bi nav û deng bûye, her wiha li hember sinetkirina jinan têkoşînek mezin daye. Ji ber naveroka nivîs û pirtûkên xwe yên dewlemend ji sê parzemînan sê xelatên rûmetê wergirtiye.
Newal El-Saadawi di 27'ê cotmeha 1931'an de li gundê Kefer Tahla din ava malbatek  muhafezekar de ji neh zarokan zaroka duyemîn tê dunyayê. Bavê wê di Wezareta Perwerdehiyê de karmendê hikumetê bû û ji bo perwerdekirina hemû zarokên xwe bi israr bû. Hê zarokên wî biçuk jiyana xwe ji dest da. Newal di temenekî biçûk de bû dê û bavê xwe winda kir, ji ber vê yekê hemû barê malbatê ket ser milê wê. 
Di sala 1982'an de Komeleya Piştgiriya Jinên Ereb damezrand, her wiha alîkariya saziya Erebî ya ji bo mafên mirovan kir. Di 2004'an de xelata Bakur û Başûr ji konseya Ewropayê wergirt, di 2005'an de xelata İnana Navneteweyî ji Belçîka wergirt û di sala 2012'an de ji Weşana Aştiya Navneteweyî ya li Swîsra Sean Mcbride xelata Aştiyê wergirt.
Di Wezareta Tenduristî ya Qahîreyê de peyîwir girtiye, sekrtêra giştî ya sindoqa bijîşkî li Qahîre xebata xwe wekî bijîşkî li nexweşxaneya zanîngehê guhert, her wiha li Qahîreyê bû endama meclîsa bilind a huner û zanistên civakî. 
Di nivîskariyê de jî xebatên hêja kiriye, komeleya perwerdehiya tenduristî û komeleyek nivîskarên Misrê damezrand, wekî seroka kovara tenduristiyê ya Qahîra û edîtora komeleya Dermana xebitî.