Nivîskar Mozhgan Kavsî bi kefaletê hat berdan

Çalakvana siyasî û nivîskar û lêkolîner Mozhgan Kavsî ku di der barê dîroka Kurd û çandê de lêkolîn dikir, bi kefaleta 3 milyar tumenê Îranê hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Zextên rejîma Îranê li hemberî çalakvanan berdewam dikin. Mozhgan Kavsî ya girtî ku gelek caran rastî terora darazê hat, ji girtîgeha ku 104 roj in lê girtîbû bi kefaleta 3 milyar tumenê Îranê hat berdan. Hat diyarkirin ku dê darizandina wê berdewam bike.

Mozhgan Kavsî, ji derveyî lêkolînên der barê dîroka Kurdistanê, çandê, çalakvana siyasî bi nivîsên jî tê naskirin. Mozhgan Kavsî bi salan li girtîgehê maye ji ber xebatên xwe yên ku li welat dida meşandin her dem dihat girtin bi îdiayên; ‘Heqaret li serokê komara Îslamî ya Îran kiriye’ , ‘Li dijî rejîmê propaganda kiriye û sorkirina xelkê ji bo şer’, ‘Xrakirina ewlehiya welat û bi welatên dijimn re hevkarî kiriye’ hat darizandin.

Mozhgan Kavsî, herî dawî piştî lêpirsîna 35 rojan a bi îşkence, şandibûn girtîgeha Tankabon û 104 roj bûn girtî dihat darizandin.