Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk civîna xwe ya salê li dar xist

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşmeya “Em ê bi keziyên jinan re zincîrên Îmralî bişkînin û tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bikin” re civîna xwe ya salane li dar xist.

Hesekê – Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşmeya “Em ê bi keziyên jinan re zincîrên Îmralî bişkînin û tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bikin” civîna xwe ya salane li darxist. Civîn li navenda TEV-DEM a bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi dehan jinên ji yekîtiyên Bakûr û Rojhilatê Suriyê û bi amadebûna endama Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Şiraz Hemo destpêkir.

'Fikrê Rêber Apo li dijî feraseta 5 hezar salan têdikoşe’

Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Rêxistinên Civaka demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Ruken Ehmed, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû pêkhateyan pîroz kir û wiha got: “Civîna me di rojekî pîroz hat lidarxistin. Meha Sibatê mehek girînge, ev pêngavên ku hatine despêkirin gavek girîng. Bi taybet kampanyayq ku “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya asta cihanê hatine despêkirin gelek girîng e. Rêber Ocalan berxwedaniya ku meşandin gihand asta herî bilind. Li tevahiya cîhanê tê zanîn ku armanca bingehîn a Rêber Apo azadiya gelan û aşîtiyê. Kampanyaya ku di asta cîhanî de tê meşandin tê wateya ku em wekî gelê Kurd gavên serkeftî davêjin û fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cihanê belav dibe. Ya ku li dijî feraseta desthilatdar û kolekirina jinan disekine felsefeya Rêber Apo ye. Lewma divê em civakek avabikin ku çaranûsa xwe di destê dewletan de nehêlin.”

‘Bi rêxistinbûyînê hêz ava dibe''

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enehîta Sîno, dest nîşan kir yekîtiya jinan wê bibe bersiva plan û êrişên li ser herêmê û wiha got: “Ev civîn ji hemû pêkhateyan pêk tê. Hebûna jinan û kombûna wan hêzek ava dike. Em îro amadene ku kar û xebatê xwe binirxînin û bibin hêza çareseriyê.”

Piştre perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên li ser xebatê yekîtiyan hate xwendin. Her wiha rapora salane ya Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwendin.

Biryara xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hate girtin

Di raporê de hate dest nîşan kirin ku Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk ji 29 yekîtiyan pêktê. Hevserokên jin yên di yekîtiyan de cihê xwe di ofîsê de digrin. Armanca vê ofîsê rêxistinkirina jinan û perwerdekirina wan a li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk ku azadiya jinan bingeha avakirina civakek bi exlaq û polîtîke.

Ji bo pêşxistina kar û xebat û rêxistinkirina jinan biryara xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate gitin.

Civîn, bi niqaşên bilindkirina asta zanebûna jinan û xurtkirina tensiq û rêxistinkirina xebatê yekîtiyan bi dawî bû.