Niqaşên konferansê li ser rêyên çareseriya pirsgirêkên civakê dewam dike

Konfaransa 2’emîn ya jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa di roja dûyemîn de bi nirxandinên komên hatine hilbijartin ên hewildana çareseriya pirsgirêkên heyî ku dibin sedemê şidet û kuştinên jinan dom dike.

Beyrut - 2’emin Konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa a bi diruşma “Bi yekitiya jinan, emê şoreşa demokratîk pêkbînin” li paytexta Lubnanê Beyrutê di roja dûyemîn de bi niqaşan dom dike. Di despêka rojê de sê komên jinan di konfaransê de li hev civiyan û paşê jî di derbarê rêyên hevbeş ji bo pêkanîna hevpeymaniya jinan û pêşîlêgirtina pirsgirêk û astengiyan nîqaş kirin. Koma despêkê li ser mijara astengiyên jin di aliyê siyasî û yasayî de pêre ru bi ru dibin nirxandin kirin.
Astengiyên jin di aliyê siyasî û yasayî de pêre ru bi ru dibin
Koma yekem a li hevcivîna konfaransê di derbarê mijara “Astengiyên jinên Rojhlata Navîn û Bakûrê Afrîqa di aliyê siyasî û yasayî de pêre ru bi ru dibin” de nîqaş ji aliyê Semer Sehîwan û Buşra Ebû ve hat rêvebirin. Jinên ku bejdar bûn û li ser vê mijarê nirxandin kirin behsa astengiyên di aliyê yasa û aborî de jin rastî tên û niha jî berdewam dike kirin û wîha hat gotin: “Rewşa siyasî û qeyrana aborî bandorê rasterast li ser jinan dike. Niha pirsgirêkên gelek welatan ên rêvebirinê hene, desthilat û hikumet nikare jiyanek xweş ji bo hemwelatiyan dabin bikin. Ji ber vê yekê pirsgirêk û qeyran di van welatan de serîhildaye û jinan jî ji vê rewşê zerera herî mezin dîtine. Yasayên welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li ser pirsgirêkên civakê ne serwerin û nikarin li  ser wan biriyaran bidin. Ji ber wê jî di bin navê wan yasayan de jinê dikujin an jî neçarî xwekuştinê dikin. Yasayên heyî parêzvaniya kujeran dikin.” 
Bi hev re bûna jinan di asta navdewletî de  
Di koma dûyemîn a li hevcivîna konfaransê de jî di derbarê mijara ka çawa bikarin hevsengiya jinan di nava asta herêmî û nêvdewletî de bidin çêkirin. Ev jimar jî ji aliyê Hîbe Hedadîn û Îlham Metelî ve hat birêve birin û nirxandinên giring hatin kirin. Di vê komê de jinan niqaş li ser doza jinan di welatên cuda de giringiya agahdarî û hîşyariya jinan nêrînên xwe par kirin û wiha gotin: “Pêwîste tenê jin agahiya wan li ser rewşa welatê wan nebe, divê agahiya wan ji rewşa jinên li welatên cûda jî hebe û pêwîste têkilî di navbera rêxistinên jinan bi awayek aktiv hebe daku bikarin kar û çalakiyan hevbeş bikin.”
Hevpeymana jinan 
Koma sêyemîn a li hevcivîna konfaransê jî di derbarê mijara bingehê sereke yê pêkanîna hevpeymana jinan de ji aliyê Hîbe Seîd Mustafa û Rewşen Sîdoxlo ve hat rêvebirin. Di lihevcivînê de behsa mekanizmaya pêkanîna hevpeymana di nava jinên rêxistinan li welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa hat kirin û her wiha biryar hat dayîn ku komîteyek amadekar avabikin ku ji endamên rêxistinên jinan û piştre endamên rêveberî ji bo hevpeymaniyekê bi pilan û pirojeyên hevpeymanan pêkbînin.
2’emîn konfaransa jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa di roja dûyemîn de bi hemû germahiya xwe dom dike û wê di demjimêrên pêş de encamên li hevcivînê were aşkere kirin.