Nikarin xwe bigihinin kesên li Xezayê di bin kavilan de mane

Êrîşên Îsraîlê yên hewayî û bejayî yên li dijî Xezayê berdewam dikin. Tê diyarkirin di êrîşên hewayî yên li nuqteyên cuda hatin kirin de gelek kes mirin û birîndar bûn, lê nikarin xwe bigihînin kesên di bin kavilan de mane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin. Di êrîşên hewayî yên li ser xalên cuda yên Zîvala Xezayê pêkhatin de, gelek Filistînî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, di êrîşa hewayî ya ku balafirên Îsraîlê li ser navenda Zîvala Xezayê û bajarê Refahê kirin pekhatin de, gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê li ser malên malbatên Şîteywî û Tahrawî yên li bajarê Refahê ya başûrê Zîvala Xezayê de, 11 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Nikarin xwe bigihînin mirî û birîndaran

Di encama bomberdûmana malên niştecihbûnê yên malbatên Hammad û Ataallah ên li derdora KomoleksaTenduristiya Sahabe ya li navenda Xezayê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ji ber hebûna tankên aîdê artêşa Îsraîlê ya li herêma nêzî malên hatine bombebaran kirin, nikarin xwe bigihînin mirî û birîndarên di bin xirbeyan de.

Êrîşên hewayî û bejahî berdewam dikin

Her wiha tê diyarkirin di encama hedefgirtina malên aîdê malbatên Neccar û Hamûda yên li başûrê Xan Yûnisê gelek Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ji herêmê tên tê diyar kirin yekîniyê topan ên Îsraîlê tevahiya şevê gelek cihên Xan Yûnisê hedef girtine. Artêşa Îsraîlê, êrîşên xwe yên hewayî û bejayî yên li dijî Xan Yûnis, Refah û aliyê başûrê bajêr jî di nav de gelek herêmên li Zîvala Xezayê didomîne.

Hejmara mirî û birîndaran zêde dibe

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê Eşref El Kudra, di civîna çapemeniyê ya dawî de diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de di dîroka 8’ê Kanûna 2023’an 24 saetan de, 310 Filistînî dinjiyana xwe ji dest dan û ji 7’ê Cotmehê vir ve hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 17 hezar û 487. Wezîr, diyar kir piştî êrîşên dawî 558 birîndar rakirin nexweşxaneyan û bi giştî hejmara birîndaran bûye 46 hezar û 480’an. Wezîr, diyar kir heta niha 407 jê birîndar û 211 jê nexweş 618 kes bi rêya Deriyê Sînor ê Refahê ji Xezayê derketin û diyar kir ji ber ku li Xezayê derfeta dermankirinê nîne, her roj bi dehan birîndaran jiyana xwe ji dest didin.

Daxuyaniya artêşa Îsraîlê

Ji aliyê din, li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF), operasyona artêşa Îsraîlê ya ji bo rizgarkirina rehîneyên Îsraîlî yên li Xezayê tên ragirtin, bi ser neket. Di nûçeya rojnameya Haaretzê de, Berdevkê IDF’ê Danîel Hagarî, di daxuyaniya xwe ya 8’ê Kanûnê de diyar kir ku di operasyona rizgarkirina rehîneyan a li Xezayê de 2 leşker birîndar bûn. Danîel Hagarî, da zanîn di operasyonê de tu rehîne nehatine rizgarkirin.

Ji DYE’yê veto

DYA’yê, pêşnûmeya biryarê ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hate nîqaşkirin û ji bo daxwaza Xezayê agirbesta mirovî ya lezgîn red kir. Di dengdayînê de 13 endaman dengê erê, endamekî bêalî û endamekî jî dengê na bikaranî. DYE’yê ku endamê daîmî yê KENYê ye, bû yekane welatê dij deng bikaranî. Encama dengdanê neyînî bû. Têkildarî mijarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve daxuyaniyek hat dayîn. Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, diyar kir biryara ku di konseyê de hatiye girtin ‘tebinî girtine’ û wiha got: "Zextên Sekreterê Giştî ya ji bo agirbesta mirovî û gihandina alîkariyên mirovî yên li Xezayê wê bi biryar berdewam bike.”