Nihêrîna dawî ya li 'duh'!

Awira dawîn a jinekê li mala xwe ya li Bazarcix a ku piştî erdhejê veguherî bajarekî bêdeng û bêkes, tiştên ku ev 4 roj in diqewimin bi kurtasî vedibêje.

Mereş – Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku 4 roj berê di pileya 7,7’an de erdhejek pêk hat, dem ji bo her kesî rawestiya.

Em li navçeyê ku bêdeng bûye li serê her kolanekê em rastî kavilan tên. Tevî ku 4 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî bendewariya welatiyan a wê kêliyê hê jî didome. Awira niha ya jineke ku cara dawîn li mala xwe ya wêranbûyî dinihêre di lensên me de bi vî rengî derdikeve holê.

Jina ciwan a ku di erdhejê de bi dehan xizmên xwe winda kir, bi rojan li ber mala xwe ya wêrankirî li bendê ye. Awira dawî ya him li mala xwe him jî li paşeroja xwe ya jina ku em hîn bûn di erdhejê de xwe ji eywanê avêtiye û wisa xilas bûye, wê demeke dirêj di bîra me de bimîne.