Jinên ji Tehranê: Pergala mobeseyan binpêkirina mafê mirovî ye

Jinên ji Tehranê yên bertek nîşanî pergala mobese ya di demên dawiyê de zêde bûye dan, anîn ziman ku ev binpêkirina mafên mirovî ye û gotin: "Gelo ev sîstem  ji bo kontrolkirina cureyên cil û bergan e yan jî ji bo naskirina tawankaran e.”

MASÛME PARÎZAD

Tehran – Avakirina sîstema çavdêriya vîdeoyî ji bo cihên giştî ku nûçeya wê heftiya borî ji aliyê peyvendîdar û endamê desteya bi rêveber a odeya Esnafên Îranê ve hat ragihandin. Li dûv wê yekê reaksiyonên metirsîdar ji aliyê welatiyan ve hatin. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku avakirina vê sîstemê bi armanca zêdetir kontrolkirina xelkê ji aliyê rejîmê ve û destdirêjiya ser nepeniya wan e.

Bi sansûrê nagihîjin armancên xwe

Ciwaka Fars taybet ji jin nerazibuna xwe ya li ser kamerayen ku li her deverê jiyane e ben dayin tinen ziman. Jina bi navê Parmîda A. dibejê, “Metirsiya kamerayên mobesa ya ku li ser jinan û civakê sansûrê çebikin plana rejimê ye” û  got:  “Em gihîştine astekê ku divê em her roj li benda bihîstina nûçeyên xerîb û ne asayî bin. Dukanên taybet ên îttîhadiyan ti pêwendiya wan bi cihên giştî re nîne û bi dîtina min, çêkirina vê sîstemê destdirêjî li ser mahremiyetê û kontrolkirina xelkê ye! Ji bo bi destxistina mafên dij mirovî û armancên ne mirovane yên rejîmê ne. Helbet di van yek-du salên dawî yên piştî serhildana sala 2022’yan de, kontrola li ser reftar û jiyana taybet a mirovan bi awayekî ecêb zêde bûye. Bi avakirina vê sîstemê re dixwazin kontroleke xurttir bikin.”

Parmîda A. di berdewamiya axaftina xwe de bal dikşine bertekên gel û wiha dibêje : “Bi danîna kamerayan û zexta zêdetir li ser xelkê, tiştek bi ser naxînin. Divê ev kamera li jorên îstîsmar û rêvebirên gendelî dikin bên danîn, ne di mahremiyeta mirovan de. Bi vê yekê nîşan didin ku dixwazin bi tirs û tehdîd li ser desthilatdariyê berdewam bin. Danîna wan kamerayan li hemû cîhanê ji bo ewlekariya xelkê ye, lê em dizanin li Îranê ewlekarî nemaye. Ji ber ku bi navê asayîşê ev sîstem ji bo sîxuriyê li gel bikin û hicaba mecbûrî ferz bikin, fikir û kiryarên xwe yên dijî civakî serdest bikin ava kirine.”

‘Hêza polîs ji bo naskirina sûcdaran gavan navêje’

Parêzer û çalakvana civakî Nazanîn Mazin jî di vê derbarê de wiha got: “Di bingeh de çavdêriya polîs û hêzên qanûnî ji bo parastina cihên giştî tedbîrek baş e. Ji bo parastina asayîşa xelkê pêwîst e polîs di vê rewşê de kelûpelên xwe li gor ewlekariya cihên giştî pek bînin. Mixabin di rewşa niha ya civakê de, hêzên polîs erkê xwe ji bo dabînkirina ewlekariyê û şerê li dijî sucdaran bi awayekî herî baş pêk naynin. Em dibînin ku dizî, destdirêjî, sextekarî û kiryarên tawankar zêde bûne. Wisa buye ku heta kesên li cihên giştî nikarin telefon, saet, tiştên giranbuha û zêrên xwe bikar bînin, ji ber ku ditirsin bên dizin. Mixabin di gelek buyerên diziyê yên diqewimin de hêzên polîs jî ji bo wan kesan nasdikin tu karekî nakin.”

Parêzer Nazanîn Mazin sîstema Septam ya kamerayên çawderiyê weke riyek zexta li ser gel dibîne û wiha dibeje: “Sîstema Septam ji aliyê polîsan ve hatiye çêkirin. Ji bo çavdêrîkirina cihan, bi destwerdana curên cil û berg,  tevgerê û axaftin an jî azadiya welatiyan sinordar bikê hatiyê danîn. Ew  zexta li ser gel karekî ne prensîb û ne qanûnî ye ku ji aliyê gel ve nayê ecibandin. Mixabin îro hêzên polîs li cihên giştî bi danîna kamerayan wêneyên welatiyan dikişînin û eger cil û berg û hîcaba ku dixwazin berçav neyên girtin, wan wêneyan wek belge pêşkêşî dozgerî û dadgehê dikin. Dadgeh jî li ser vê dîmenê ji bo wan kesan dozê vedikin.”

Divê herî zêde jin xwe biparêzin

Parêzer Nazanîn Mazin a got “Kamerayên polîsan li her derê ji bo gel di bin kontrolê de bihêle, wê gelek kesan mexdûr bike” û wiha domand: “Berî çend mehan min şahidî ji bo jineke Serdeştiyê kir û dozgeriya Senendê da li ser wê doz hatibû vekirin. Vê jine lêçûn qebûl kir û şopand. Ew xwe parast û li ber xwe da. Gelek wext derbas kir û dawiyê hat beraatkirin. Dozgerî li şûna bikeve pêy peydakirina wêneyen mecazî ku ne rastin dibe, divê sîstema dadwerî bikeve pêy tawanên eşkere yên wek tundûtujî û diziyên tund ku gelek bûne. Lê mixabin ew vê yekê nakin.

Vekirina tenê vê dozê û belkî bi dehan û bi sedan dozên din vê peyama ne xweş bigihîne xelkê ku mafê wê tine ku bi cilên xwe yên taybet li cihên giştî xuya bibin. Ji ber ku ev sîstem ew ê mehkeme bike. Cihên giştî ji bo hemwelatiyên ku cil û bergên xwe tenê li gorî kêyfa xwe xwe dikin e ne ewle bin.  û ji mafê seyahet û çûna cihên giştî, park, xwaringeh û seyrangehan e bê par bin.”

‘Bê destur wêne keşandin ne li gor mafê mirovan e’

Çalakvanê mafê mirovan Hîca Cebarî jî bal kişand ser berçav girtinên prensib û azadiya civakê û got: “Bi berçavgirtina prensîba sînordarkirina maf û azadiyên giştî ne. Ew ji sînordarkirina jiyana komî ya hemwelatiyan e. Sinordarkirina maf û azadiyan di bingeh de divê li gor şert û mercan were sepandin ku wisa xuya dike ku prensîba pêwîstî û rêgeziyê di avakirina sîstema sendîkayan de nehatiye berçavgirtin. Li ser vê bingehê, divê ev sînordarkirin di rewşekê de bê çêkirin ku metirsiyek rast û cidî hebe û di rewşa niha ya civakê de, sedemên wek pêçandin û hîcab ku di civaka Îranê de bûne mijara xwendinê. Ji ber wê jî kişandina dîmen û tomarkirina wê bêyî destûra kesekî, binpêkirina mahremiyet û mafên medenî ye û wisa xuya ye ku prensîpa pêwîstî û hevsengiyê di vê mijarê de nehatiye berçavgirtin. Di xwazin gel we wek tehlûkeyek cidî nebinê.”

Xercê kamerayên mobesê dê welatî bidin!

Li gorî nûçeyên ku di vê derbarê de hatine weşandin dê wergirtina lisansa karsaziyê bi pergala polîsê navendî ve werin girêdan û sîstema kamera mobesê jê dê li ser heman sistemê be meşandin. Ruhsatê kar kirin jî li ser wê pivanê dê bê çêkirin. Niha û pê ve ji bo destûrnameyek karsaziyê bistînin divê pêşî xercên girêdayî karûbarên pergala kamerayên mobesê bidin û piştî pejirandina vê sîstemê, divê bersiva lêpirsînên girêdayî polîsên cihên giştî ji bo wergirtina lîsansa wan bê dayîn ku ev yek ji bo welatiyan nîgeran e.