‘Nifşê zana temînata pêşeroja azad e’

Endama Rêveberiya Dibistanan a bajarê Hesekê Xewla Mihemed tekez kir ku sîstema perwerde û fêrkirinê pir girîng e ji ber bi riya wê mirov û civakên zana tên avakirin û got ku armanca wan amadekirina nifşê zana ya xwedî felsefeyek rast e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 1 Îlonê de  deriyên dibistanan li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin. Li bajarê Hesekê li 197 dibistanên amadehî, navîn û seretayî, şagirt dixwînin û fêrî zimanê dayikê dibin. Hejmara mamosteyan 2 hezar û 700 e piraniya wan jin in. Li aliyê din piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê di 2019’an de nêzî 25 dibistan, ji ber ku koçber lê bi cih bûbûn hatin girtin. Di materyalên ku di sîstema xwendinê de didin xwendekarên amadehî de, dersa Jinelojî jî heye.

Têklidarî vê mijarê endama Rêveberiya Dibistanan a bajarê Hesekê Xewla Mihemed der barê destpêkirina qonaxa xwendinê de nirxandin kir.

‘Armanca me amadekirina nifşeke zana û pêşketî ye’

Xewla Mihemed diyar kir ku sîstema xwendinê pir girîng e û ji bo avakirina kesayet, civakek azad û demokratîk esas e û wiha axaftina xwe domand: “Sîstema xwendinê yek ji lingên bingehîn ên pergala neteweya demokratîk e. Ji ber ku bi riya sîstema xwendinê kesayet û civakek saxlem tê avakirin. Dema ew civak xwedî felsefeyek rast be, metirsî li ser wê civakê tune ye. Em dixwazin kesayetên azad, xwedî felsefeyek azad, xwedî maf û parastina mafên jin û jîngehê bigihîjin. Mamosteyên me jî pispor in di dema betlaneyê de wan perwerde didan û li ser vê bingehê hewl didin nifşekî azad, xwedî ziman, dîrok, çand û rêzgirtina ji neteweyên din biafirînin. Armanca me avakirina nifşeke ku ji pêşketina zihnî re vekirî be ye, ne mirovekên weke robot ku tenê waneyê xwe temam bikin. Berovajî wê em dixwazin di nava civakê de zane, xwedî rol û misyon bin.”

‘Deriyên dibistanan vekirî ne û dest bi perwerdeyê kirine’

Xewla Mihemed der barê sala nû ya xwendinê de wiha got: “Jixwe deriyê dibistanan nû hatine vekirin, hejmarek mezin ji şagirtan berê xwe didin dibistanê da ku xwe zana bikin û fêrî zimanê xwe bibin. Heya niha jî şagirt tên serdana dibistanê dikin û xwe qeyd dikin. Me ji 1’ê Îlonê ve amadekariya dibistanan kir ji aliyê paqijiyê û tiştên ku pêwîst e dikin em li ser sekinîn. Pirtûk li hemû dibistanan hatin belavkirin û şagirtan dest bi xwendinê kirin. Di 25 dibistanên me de koçberên Serêkaniyê bi cih bûne. Niha amadekarî ji bo derxistina wan ji dibistanan tê kirin. Dûre dê li kampa Serêkaniyê werin bicihkirin. Ji ber ku bi rastî jî girtina van dibistanan bandorek neyînî li sîstema xwendinê dike û hewcedariya şagirtan pê heye.”

‘Em têra xwe dikin’

Xewla Mihemed bal kişand ser êriş û reşkirinên li ser sîstema xwendinê û wiha got: “Li ser sîstema xwendinê êrişên bi her awayî tên kirin. Hem ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hem jî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve. Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê de destpêkê sîstema xwendinê hat hedefgirtin û heya niha jî gelek dibistan girtî ne û şagirt ji xwendinê bêpar mane li aliyê Zirgan û gundewarên Til Temirê. Li aliyekî din reşkirin heye çima heya niha sîstema xwendinê nehatiye erêkirin. Tu pêwistiya me bi erêkirina dewletan tune ye. Em têra xwe dikin, îro em xwedî li xwe û zarokên xwe derdikevin. Em sîstema xwendinê bi rêk û pêk didin meşandin ji pêşdibistanê heya zanîngehan. Ev jî serkeftinek e û destkeftiyên keda şoreşê ne. Dema îro em dibînin şagirtên me bi zimanê xwe fêr dibin ji bo me tiştekî bi qîmet û pîroz e. Jixwe dewlet sîstema me qebûl nakin ji ber ku ji xwe ditirsin lewma em li benda kesê namînin me qebûl bikin an jî nekin em ê bi keda xwe û rêxistinbûyîna xwe werin qebûlkirin.”

Xewla Mihemed tekez kir ku di materyalên Rêveberiya Xweser de Jineolojî esas e û wiha anî ziman: “Jineolojî di materyalên Rêveberiya Xweser de cih digre, di qonaxa amadehî de tê dayîn. Jineolojî pir girîng e û ji bo zarokên keç ên nûgihîştî esas e. Em dixwazin di vî temenî de rastiya xwe, xwezaya xwe û dîroka xwe nas bikin. Di hefteyê de seatek tê dayîn lê ev dem têr nake niha bi vî rengî tê dayîn.

‘Di bin çi şert û mercî de be dê sîstema xwendinê neyê rawestandin’

 Xewla Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Niha di bin konan de bi hezararn mamoste û şagirt xwendina xwe berdewam dikin, ev bi xwe serkeftinek e û peyamek e.  Ev nîşan dide ku çi dibe bila bibe wê sîstema xwendinê berdewam bike. Em dixwazin ev şagirt vegerin bajar û dibistanên xwe, bi rehetî xwendina xwe berdewam bikin.”