'Nêzîkatiya dewleta Tirk ne însanî û exlaqî ye'

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Efrîn û Şehbayê Muşîre Mila Reşîd diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk a piştî erdhejê û nêzîkatiya wî ya li hemberî gel nîşaneya bê exlaqî û dermirovahiyê ye.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Di erdheja ku li navenda Mereşê pêk hat de, li bajarên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê wêraniyeke mezin rû da. Piştî erdhejê 3 hezar malbatên Helebê hatin Şehba. Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk bi astengiyên ku derdixin rê nadin ku alîkarî bigihêje gel. Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Efrîn û Şehbayê Muşîre Mila Reşîd diyar kir ku polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di dema erdhejê de jî dewam kirine û destnîşan kir ku ev helwest ne exlaqî ye.

'Gel bi rojan di bin xirbeyan de ma'

Muşîre Mila Reşîd bi bîr xist ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin û wiha got: "Yên ku dixwazin ewlehiyê pêk bînin, bila di vî şerî û hawîrdora felaketa xwezayî de cihêtiyê nexin navbera mirovan. Lê belê dema erdhej çêbû, mexdûrên erdhejê li herêmên dagirkirî. Herêm bi rojan di bin xirbeyan de man. Nêzîkatiya dewleta Tirk ne însanî û exlaqî ye. Dema ku dewletên din alîkarî ji Tirkiyeyê re dişandin, mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin xirbeyan de li benda alîkariyê bûn. Mirovên li vir ne ji ber xirbeyan, lê ji birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest dan.”

'Ew erdhej weke amûreke propagandayê bi kar anîn'

Muşîre Mila Reşîd amaje bi derengî hatina wan kir û got, “Hinek sazî û rêxistinên alîkariyên mirovî gihiştin herêmên dagirkirî, lê çeteyan li şûna ku alîkariyê bigihînin gel, dest bi talankirinê kirin. Ji ber vê yekê jî alîkarî negihîşt mexdûrên erdhejê, dewleta Tirk di bin siya rêxistinên alîkariyê yên mirovî de erdhej ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û ji bo hilbijartinên pêşwext jî ev felaket weke propaganda bikar anî.”

'Alîkarî 5 rojan hat rawestandin'

Muşîre Mila Reşîd diyar kir ku alîkariyên Rêveberiya Xweser li Um El-Jlûd û Teyhayê 5 rojan hatin rawestandin û wiha got: "Dewleta Tirk rê neda ku alîkariyên Rêveberiya Xweser derbasî herêmê bibin. Rêveberiya Xweser ji bo gihandina van alîkariyan ti şert nedanî. Di demeke wiha de hemû nakokiyên siyasî, pirsgirêk û berjewendî divê li aliyekî bê hiştin. Bi hezaran mirov di bin bandora karesatên xwezayî de ne. Ji bo alîkariya van gelan divê hemû deriyên sînor bên vekirin."