Nezhet Mirrazî bi kefalet hat berdan
Nezhet Mirrazî dayîka Elî û Emad Şûş ên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku çend rojan li girtîgeha Lakan a li Raştê ma, bi kefaletê hate berdan. Nezhet Mirrazî, di 4’ê Îlonê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hat girtin.
Navenda Nûçeyan – Nezhet Mirrazî ya li Rudserê dijî, duh piştî dayîna kefaletê ji girtîgeha Lakan a li Raştê hate berdan.
Li gorî raporên mafên mirovan ên hatine weşandin, Nezhet Mirrazî di 4’ê Îlonê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe ya li Rudserê hatibû binçavkirin û pişt re sewqî girtîgeha Lakan a li Raştê hatibû kirin.
Heta niha der barê sedema girtina Nezhet Mirrazî an jî sûcdariyên li dijî wê de tu agahî nehatin parvekirin. Du kurên Nezhet Mirrazî ên bi navê Elî Şûş û Îmad şûş di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan.
Helbestvan, lîstikvanê şanoyê û muzîkjenê ji Lahîcanê Elî Şûş, di serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku di sala 2022’an de li Îranê dest pê kiribû de, jiyana xwe ji dest da û Îmad Şûş jî di 8’ê Çileya 2026’an de di xwepêşandanên li Lahicanê de di encama gulebarana rasterast a hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest da.