Nexweşxaneya Şifa ya Xezayê êdî xizmet nade

Hêjmara kesên ku di êrîşên Îsrailê li ser Xeza jiyana xwe ji dest dane giha 11 hezar û 180’an. Hate aşkerekirin ku Nexeşxaneya Şifa ya Xezayê ku bûye hedefa êrîşan êdî xizmetê nade.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsrailê li Xezayê ev 38 roj e bê navber berdewam dike. Hêjmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 11 hezar û 180 kes. Di êrîşan de 4 hezar 609 zarok, 3 hezar û 100 jin jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din di êrîşan de 198 personelên tendirûstiyê, 10 erkdarên parastina sivîl, 49 rojanameger jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de ji sedan 70’ê jin û zarok jî di nav de hêjmara kesên ku birindar bûne bû 28 hezar û 200. Hate diyarkirin ku di bin kavilan de nêzî hezar û 700 zarok di nav de 3 hezar û 50 kes winda ne. Li Xezayê ji ber nexweşxane di bin êrîşan de ne hêjmara mirî û birindaran nikare bê nûkirin û mudaxele jî di xala rawestandinê de ye.

Li gor daxuyaniyan hat destnîşankirin ku Îsrail bi taybet nexweşxaneyan dike hedef û li beramberî tîmên tendirûstiyê gafan ava dike û di encama êrîşên li Xezayê xebatên 22 nexweşxane û 49 navendên tendirûstiyê hate rawestandin, 53 ambulans jî bûn hedef.

Îsrail herî dawî di nexweşxaneya Şifa ya Xezayê beşa çavdêriya awerte, beşa zayînê û cihê emeliyatê kir hedef. Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku di dema êrîşên artêşa Îsrailê de, beşa çavdêriya awarte, avahiya zayînê û qata dawî ya avahiya emelyatê kir hedef. Di heman demê de diyarkirin ku qada li gel beşa diyalize hatiye hedef girtin û agir derketiye.

‘Nexweşxaneya Şifa êdî xizmetê nade’

Direktore giştî ê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus got: “Li nexweşxaneya Xezayê rewş gelek xirYE e. Di mirina nexweşiyan de zêdebûnek ne normal heye, mixYEin nexweşxane êdî weke nexweşxane xizmetê nade.” Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ser platforma medyaya dijîtal wiha got: “Bi erkdarên nexweşxaneya Şifa re cardin ketine nava têkiliyan, li nexweşxanyan kehrebe û av nîne, ev sê roje internet jî gelek zeîf e. Ev rewş di xizmetkirina pêwîstiyên bingehîn de bandor dike.”

Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku li nexweşxaneya ku divê herêma bi ewle be, vegeriyaye qada mirin, hilweşîn û bêçaretî lê were jiyankirin û cihan li beramberî vê yekê bê deng e û bang kir ku divê demildest agirbest çêbibe.

Ji nexweşxaneyan xeber nayê girtin

Bijîjkên Sînor Nenas (MSF) da zanîn ku ji personelê nexweşxaneya Şifa a li Xezayê ji şevê din ve xeber nayê girtin. MSF di pervekirina li ser medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Ji şevê din ve em ji personelên xwe yê li nexweşxaneya Şifa agahî nagrin. Hevalên din ên xebatê diyar kirin ku li derdora nexweşxaneya Xezayê rewşa metirsî berdewam dike, li vê derê ji bo jiyana personelan bifikar in. Wezîrê Tendirûstiya Filistinê da zanîn ku destpêkê nexweşxaneya Şifa, li nexweşxaneyên Xezayê felaket tê jiyankirin, ji ber nexweş nayên tedawîkirin terkî mirinê tên kirin.

Ji YE bang

Yekitiya Ewropa (YE) di daxuyaniya dawî de bang kir ku ji bo li Xezayê alîkariyên mirovî bigihe divê demildest agirbest bê dayîn. Rayedarê bilind ê polîtakaya ewlehiyê û têkiliyên ji derve ê YE Josep Borrell ku li ser navê YE daxuyanî da wiha got:

“YE di mijara qeyaran mirovî a li Xezayê kur dibe de bi fikar e. YE ji bo bikare alîkariya mirovî bi awayek ewle bigihîne divê demildest navbera şer bê dayîn, di derbaskirina şer de ji bo zêdekirina kapasîteyê û rêyek ya deryayê bikeve nav de avakirina korîdorek a mirovî  beşdarî bangan dibin.” Di daxuyaniyê de hat gotin, "YE'yê bi girtina hemû tedbîrên pêwîst, di nav de korîdorên alîkariyên mirovî û rawestana ji bo pêdiviyên mirovî di nav de, banga gihandina alîkariyên mirovî bi lez, bi ewle û bê astengî ji bo kesên hewcedar dike."

Xeza li ber felaketa mirovî ye

Komîteya Xaça Sor a nevnetewî (ICRC) aşkere kir ku di pêvajoya li Xezayê sivil derbasî Başûr bikin de ji ber metirsiyan bi fikar in. Di daxuyanya nivîskî ya ji aliyê ICRC ve hatî dayîn de heta diyarkirin ku tîm û erkdarên ku di yekineyên têkiliyan de di xebitin gelek kesên ku li malbatên xwe geriyane daxwaza alîkariyê kirin hevdîtina bi telefonê pêkanîne. Di daxuayniyê de bal hat kişandin ku li Xezayê 100 kesên ku ji pêwîstiyên malzemeyên paqijiyê, av, xwarin û cihê bi cihbûnê mahrum mane û got: “Li Xeza rewş, berbi kendala felkatekê ve bi lez nêz dibe.”

ICRC derbarê hewldane mirovan a berbi herêma Başûr ve biçin de wiha got: “Herêma başûr a Xeza, gelek mirovên ku ji derveyî cilên di ser wan de tiştek din nîne hene, asta alîkariyan jî kême. Bang hat kirin ku li Zîvala Xeza ji bo parastina sivilan dibin dorpêçê de divê bê astengî alîkariyên mirovî bi awayek rêk û pêk bê kirin.”

NY: Êrîş tirsnak in

Netewên Yekbûyî (NY) ji bo êrîşên nexweşxaneyê ên li Xeza  bi dawî bibe banga demildest ya çalakiyên navnetewî kir. Direktore herêma Afrîqa ê Rojhilat Navîn Adele Khodr Fona Alîkariya Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF), Fonu Nufusa NY (UNFPA) Dîrektorê herêma dewletên Ereban Laila Baker û Rêxistian Tendirûstiya Cîhanê (DSO) Dîrektorê Ofîsa herêma Rojhilatê derya spî Al- Mandhari, derbarê êrîşên Îsrailê li dijî nexweşxaneyê de daxuyaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo êrîşên li Xeza li dijî nexweşxaneyan bi dawî bibe em banga demildest a çalakiyan dikin. Li Xezayê li qadên ku nexweşxane, mirin, hilweşîn û bê çaretî tê jiyankirin divê cîhan bêdeng nemîne.”