Nexweşa penceşêrê Ayşe Ozdogan hat berdan
Ayşe Ozdogan a nexweşa pençeşêrê ya qonaxa 4’emîn hat berdan.
Enqere - Nexweşa penceşêra di qonaxa 4’emîn de Ayşe Ozdogan a ku bi îdiaya “Endamê rêxistinê" 9 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, piştî ku cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin şandin girtîgehê, ji Girtîgeha Antalyayê ku lê girtî bû hat berdan. Ayşe Ozdogan a ku daxwaza taloqkirina înfazê hat redkirin, li benda encama Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) bû.
Xwişka Ayşe Ozdogan, Emîne Ozdogan, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de nûçeya berdana xwişka xwe bi van gotinan ragihand: “Ji girtîgehê telefonî min kirin, gotin xwişkan min hat berdan. Gelek spas ji bo her kesê ku keda wan çebûye. Ji ber heyecanê ez nikarim bihejmêrim, ji kerema xwe re hûn di bin tweetê de binivîsin."