Newroza sala 2023’yan dê bibe roja hesabpirsînê!

DTK, TJA, DBP û HDP’ê starta Newroza 2023’yan bi deklerasyona “Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin” dan.

Amed- Newroza sala 2023’yan dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” were pîrozkirin. Starta Newroza ku diyarî kesên di erdhejê de mirine hat kirin, li amdê bi deklerasyonek hat dayîn.

Di civîna çapemeniyê ya ku li Sûra Amedê li Navenda Çanda Dîcle Firatê, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk, (DTK) Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi beşdariya Platforma Jinên Hevgirtî, Partiya Azadî û Mirov (PÎA) Partiya Demokrat a Kurdistanê –Tirkiye (KDP-T), Partiya Azadî û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) îmze avêtin bin deklerasyonê.

Di daxuyaniya deklarasyonê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Hevserokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Hevserokê Giştî yê KDP-T Mehmet Emîn Gardaş, endamê meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Ali Haydar û ji Tevgera Azadî Cemal Sati beşdar bûn.

‘Diyarî kesên di erdhejê min hat kirin’

Hevseroka Giştî yê DBP’ê Saliha Aydenîz di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê starta Newrozê bidin û wiha got: “Bi hezaran salan e Newroz weke roja vejîn, serhildan û azadiyê tê pîrozkirin lê îsal em bi êşa erdhejê Newrozê pêşwazî dikin. Em ê îsal Newrozê diyarî kesên di erdhejê de mirine bikin.”

‘Dê ji desthilatdariyê hesab were pirsîn’

Saliha Aydenîz da zanîn ku ew ê li 43 cihên navendî pîrozbahî werin lidarxistin û agirê yekem dê li Şemzînana Colemêrgê were vêxistin û diyar kir ku ew ê bi vêxistina agirê Newrozê hesab ji desthilatdariyê bipirsin û di navbera 17 -18’ê Adarê de çalakiyên ji bo pîrozbahiyê li dar bixin.

‘Sedema hilweşîna bi hezaran avahiyan rejîma yek mirovî ye’

Deklerasyona Newrozê ya bi sernavê “Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin” ji aliyê Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk ve hat xwendin. Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku Newroza sala 2023’yan bi êş û şîna erdhejê tê pêşwazîkirin û bal hat kişandin ku bandora giran a erdhejê hê jî didome û wiha hat gotin:

“Em di pêvajoyeke ku pêdiviya me gelek bi hevgirtinê heye de derbas dibin. Tiştên di erdhejê de û piştî wê qewimîn, rastiyeke ku bi salan e em ji bo wê têdikoşin û bedelên giran didin careeke din nîşanî me da. Welatekî ku ji aliyê navendek bi tenê ve tê birêvebirin, rêveberiyên herêmî hatine desteserkirin, hemû qadên însiyatîfên sivîl hatine tengkirin heye. Hemû modelên navendparêz ên desthilatdar, li gorî qerekterê pergalî û avahiyî yê civakan nîn in. Sedema hilweşîna ewqas zêde ya di erdhejê de burokrasî û modela zextker e. Ev yek bingeha xwe ji feraseta dewleta otorîter AKP-MHP’ê digre. Li aliyê din hevgirtina civakî ya ku di vê erdhejê der derket holê, hem ruhê yekitiya Kurdan mezin kiriye hem jî nîşan daye ku modela komara demokratîk a ku jiyana xweser a demokratîk esas digre tenê paradîgmaya azadiyê ye.”

‘Roja hesab pirsînê’

Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku ev Newroz dê bibe roja hesabpirsînê û wiha hat gotin: “Em ê bi hêrsa di dilê xwe de li gorî ruhê Kawa yê li dijî Dehaq serî rakir, vê rojê bikin roja hesabpirsîna ji faşîzma AKP-MHP’ê. Ji bo ku birêz Ocalan ê bi salan e di bin tecrîdê tê girin bikaribe rola xwe bilîze, tecrîda li ser wî were rakirin û hemû girtiyên siyasî azad bibin em ê vê rojê daxwazên xwe bînin ziman. Em Newroza sala 2023’yan wekî mizgîniya têkbirina desthilatdariyê ya di hilbijartinên li pêş de dibînin.”

Deklarasyon bi van gotinan domiya:

“Em bang li siyaseta Kurd dikin ku stratejiya hilbijartinên sala 2023’yan, li gorî hêz û şikandina  bandorên rejîma siyasî li Kurdistanê saz bike û li qadên Newrozê yên azad careke din em ê bibêjin ku şerta pêşîn a Enqereya demokratîk, Ameda demokratîk e.

‘Em ê bi şîn û hêrsa mezin qadan dagirin’

Ji vî aliyê ve bernameyên Newroza 2023’yan dê diyarî mirovên di erdhejê de mirin werin kirin. Em ê bi şîn û hêrsa mezin a ji ber erdhejê qadan dagirin. Tevî hemû êşên hatin kişandin jî em ê hêvî û baweriya xwe ya ji bo jiyana nû mezintir bikin, hevgirtinê bihêztir bikin. Bi ruhê yekitiya neteweyî û piştgiriya ku erdhejê de derket holê, em ê mirovên di erdhejê de mirin bi bîr bînin. Ji vejîna civakî, ji bo li dor agirê Newrozê dengê edalet û aştiyê bilind bibe em ê bibêjin; “Her der Newroz, her dem azadî’ û bi şiara “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” em ê Newrozê pîroz bikin. Bi vî ruhî em gelê xwe vediwînin qadên Newrozê. Di serî de li gelê Kurd, em Newrozê bi hesreta welatek azad û wekhev li hemû gelan pîroz dikin.

Bijî Newroz, bijî berxwedan!

Başta Kürt halkı olmak üzere bütün halkların Newroz’unu özgür ve eşit bir ülke özlemiyle kutluyoruz. Bijî Newroz, yaşasın Newroz.”