Newroza dîrokî ya Amedê dest pê kir

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê dest pê kir. Li Amedê bi hezaran kes ji çar aliyan ve bi daxwaza azadiya fizikî ya ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan qada Newrozê ku çavê hemû Kurdistan û cîhanê lê ye.

Navenda Nûçeyan – Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiyên cejan Newroza 2024’an ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tên lidarxistin û starta wê 15’ê Adarê hatibû dayîn, îro li bakûrê Kurdistanê tenê li Amedê wê Newroz were pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya bi coş ku bi hezaran kes ji çar aliyan ve bi cil û bergên xwe yên Kurdî bi daxwaza azadiya fizikî ya ya Rêberê gelê Kurd  Abdullah Ocalan berê xwe dan qada Newrozê û bi hezaran kes jî derveyî welat hatin li Parka Newrozê ya Rezanê dest pê kir.

Gel diherike qadê

Bi hezaran kes ji çar aliyên bajar ve hatin Parka Newrozê. Li ber deriyên ketina qadê yên li Çerxêreya Qamişloyê, Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê qelebalaxiyên mezin çêbûn. Mêvanên ji derve hatin û rojnameger ji deriyê protokolê ketin qadê.

Girseya ku namzetên hevşaredariyê yên navçeyan ên DEM Partiyê jî di nav de bû, beriya pîrozbahiyê li noqteyên cuda yên bajar hatin ba hev û govend gerandin. Welatên Ewropayê jî di nav de, ji çar aliyên cîhanê bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê dibin. Her wiha ji gundên girêdayî bajar jî bi hezaran kes di saetên serê sibehê de hatin qadê.

Li gelek deverên bajar û kolanan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bilind dibin.

Bername destpê kir

Girseya gel ji 6 deriyên cûda ketin qadê. Ên ku ketin qadê, bi muzîka li ser dikê lêdide û dehol û zirnayê govend gerandin. Piranî jin û ciwan balê dikêşin. Ketina qadê berdewam dike. Pîrozbahî bi dirûşmeya ‘Bijî Serk Apo’ dest pê kir.