Newroza Cizîr: Deriyê mizginiyê Îmrali ye

Parlamentera DEM Partî,Ayşegul Dogan, di Newroza Czîrê de axivî û diyarkir ku Cizîr di derbarê vîna xwe de careke din biryara xwe da û got: “Çareserî jî Îmrali ye.”

Navenda Nûçeyan - Newroz îsal li qada Newrozê ya li ser rêya Şirnexê ya navçeya Cizîrê bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftine ye’ hat pîrozkirin. Girseya ku di saetên sibehê de herikî qada Newrozê, ji du xalên lêgerînê derbas bû. Gelê ku beriya destpêkirina Newrozê bi saetan li noqteyên lêgerînê li bendê mabûn, piştî lêgerînê ketin qadê.

Dema jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn qadê,  girse bi def û zirnê govend gerand. Li qada ku tevlîbûna ciwan û jinan lê zêde ye. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi hezaran kes lê amade bûn de, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Ayşegul Dogan axivîn.

Newroz bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û sirûda Çarxa Şoreşe hate xwendin.

Di serî de Komîteya Amadekar a Newrozê, hevserokên Rêxistina Navçeya Cizîrê ya DEM Partiyê û namzetên hevşaredaran girse silav kirin.

Piştre Hunermend Welat stranên xwe got. Piştre jî peyama girtiyan ji girtîgehê hate xwendin. Di peyamê de hat gotin: “Me dixwest  îro li Newroza Cizîrê bin, lê dilê me bi we re ye.”

‘Hûn nikarin Cizîrê teslîm bigirin’

Parlamentera DEM Parî ya Şirnexê Ayşegul Dogan a ku bi tilîlî û çepikan çû ser dikê, Newroz li girseyê pîroz kir û diyar kir ku Cizîr Newroz e û da zanîn ku Newroz ji bo Cizîrê xwedî wateyeke girîng e û got: “Newroz ruhê 92’an e. Bajarê têkoşîn û azadiyê, îro we li vî warî carek din nîşan da ku nikarin  bi kurdan gavê paşve bidin avêtin. Cizîr di derbarê vîna xwe de careke din biryara xwe da."

‘Deriyê mizginiyê Îmrali ye’

Ayşegu Dogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kî vê îradeyê nas neke, kî Kurdan nas neke? Newroz têkoşîn e, careke din li gelê Mezopotamyayê pîroz be. Bersiva me ya li hemberî vê polîtîkaya li dijî Kurdan tê meşandin eşkere ye. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi anîna leşker û polîsan, eger hûn li benda encameke cuda bin jî wê Cizîr sindoqan biteqîne û beşeke mezin ji dengan bigire. Çiqas bi hîle û sextekarî Şirnex bi dest xistin jî em ê rê nedin ku ev yek careke din pêk were. Em ê di 31'ê Adarê de mizgîniyek mezin bidin. Deriyê mizgîniyê Îmraliyê ye, hûnê wî derî vekin? Riya çareseriyê, rêya aştî û azadiyê Îmrali ye, pêwîstiya me bi tu kesî nîne, tenê hêz û vîna me têra me dike. Careke din Newroz li me hemûyan pîroz be.”

Piştre peyama Newroza 2015’an a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji Amedê re şandibû hate xwendin. Piştre agirê Newrozê bi coşeke mezin hate pêxistin.

Piştî axaftinan Hîvron û koma Sorjiyan stranên xwe gotin û gel govend gerandin.