‘Newroz vejîn û têkoşîna li dijî zilmê ye’

Hediya Mihemed a di teqîna Newroza 2015’an a li Hesekê zarokên wê jiyana xwe ji dest dan got: “Newroz ji bo me rojeke dîrokî ye rojeke nû ye. Dîroka vejîn û têkoşîna li dijî zilmê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 21’ê Adara sala BZ 612’an de Kawayê Hesinker li hemberî Dehaqê zalim ku xwîna ciwanan dirijand serê xwe radike, kirasê xwe dike al û derdikeve serê ciya, ciwanan li dora xwe kom dike û êrîşê dibe ser Dehaq, bi cakûcê xwe serê wî diperciqîne. Bi vî rengî dawî li dîktatoriya Dehaq tê. Kawayê Hesinkar ji bo nîşana azadî û serkeftinê, agir li serê çiya pê dixe… Navê wê rojê dibe Newroz û roja azadî û xilasiyê. Ji ber vê yekê her êvara Newrozê Kurd li her derê agirê Kawayê Hesinkar nû dikin û peyam didin ku li dijî zilm û zordariyê dê agirê xelasiyê her dem zindî be. Lewra ji bo gelê Kurd Newroz tê wateya roja nû. Roja Newrozê rastî 21’e meha Adara zayînê tê. Di Newrozê de şev û roj dibin yek, sermaya zivistanê xilas dibe.

Hediya Mihemed a 51 salî behsa pîrozbahiya Newrozê dike û wiha dibêje: “Newroz ji bo me Kurdan rojeke dîrokî ye. Roja serkeftin û xelasiyê ye. Ji biçûkatiya xwe ve heya vî temenê em her sal Newrozê pîroz dikin. Em dixwazin di vê rojê de bibêjin ku em xwedî dîrok, çand û nasname ne. Bi vêxistina agirê Newrozê em dibêjin ku çi zilm û zordarî hebe dê ev agirê xelasiyê were vêxistin.”

‘Her sal em ê agirê Newrozê nû bikin’

Hediya Mihemd bal kişand ser pîrozbahiya Newrozê di dema rejîma Baasê de û teqez kir ku li dijî agirê Newrozê heya roja îro jî êrîş hene û wiha axaftina xwe domand: “Di dema rejîma Beasê de gelê Kurd bi rengekî veşartî Newroza xwe pîroz dikir. Rejîmê gelek zext û êrîşan li ser me pêk dianî. Ciwanên me digirtin û li wan didan, alên me ji destên me digirtin û fitne di navbera Kurd û Ereban de derdixist da ku şer bikin û Newroza me xera bikin. Çi ji destên rejîma Beasê dihat dikir da ku Newroz neyê pîrozkirin. Lê gelê Kurd ruxmî ewqas îşkence, zext û zilmê, Newroza xwe Li kêleka navenda leşkerên rejîma Sûriyeyê pîroz dikir tirs û xofa ku rejîmê dixwest di dilê me de ava bike nikaribû hêrs, îrade û hezkirina ji vê rojê re kêm bike û bi coş û cil û bergên xwe yên folklorî me pîroz dikir û agirê Newroza xwe gur dikir. Ew agir sîstemên dîktator û desthilatdar ji bo xwe xeter didîtin lewma bi hemû hewldanan dixwestin vênekeve. Lê em gelê Kurd heya dawî em ê Newrozê pîroz bikin û agirê wê nû bikin.”

‘Bi agirê Newrozê em ê jiyana xwe ronî bikin’

Hediya Mihemd da zanîn ku pîrozbahiya Newrozê bi rengekî vekirî û rehet yek ji destkeftiyên pîroz ên şoreşa Rojava ye û wiha axaftina xwe domand: “Piştî şoreşa Rojava gelê Kurd bi rengekî rehet û vekirî Newroza xwe pîroz dikin. Di dema rejîma Beasê de zext û êrîş hebûn lê hesteke wê ya cuda hebû, bi îsrar me Newrozê pîroz dikir. Niha xweşiya wê jî heye ku îro em bi azadî û bi wekheviya gelan agirê Newrozê gur dikin. Xweşiya wê ku ne tenê gelê Kurd beşdarî şahiya Newrozê dibe hemû netew cihê xwe tê de digrin û bi hev re agirê xelasiya ji zilmê vêdixin. Em di vê pêvajoya hesas de bi yek destî Kurd, Ereb, Suryan û Ermen Agirê Newroza xwe gur dikin. Ev peyamek e ji hemû hêzên desthilatdar re ku kes nikare roja me tarî bike em ê bi vî agirî ronahiyê bidin tevahî cîhanê.”

‘Kes nikare vêxistina agirê Newrozê asteng bike’

Hediya Mihemed şehîdên teqîna şeva Newroza 2015’an de bi bîr anî û got: “Piştî ku me bi rehetî Newroza xwe pîroz kir, li xweşa dijmin nehat di şevekê de li taxa Miftî ya bajarê Hesekê gelê Kurd Newroza xwe pîroz dikir dema agir hat vêxistin teqîn çêbû. Di encamê de 53 kes şehîd bûn jin, zarok, ciwan, kal û pîr bûn hemû. Bi wê teqînê xwestin tirsê di dilê gel de bidin avakirin da ku careke din Newrozê pîroz nekin lê armanca wan pêk nehat. Malbatên şehîdên wê şevê her sal agirê Newrozê bi destê xwe vêdixin û Newroza xwe pîroz dikin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker di 18 Adara 2019’an de Efrînê dagir kir û xelkê wê neçarî koçberiyê bû. Bi zanebûn xistin heyveke dîrokî û li dijî gelê kurd Komployek hat meşandin, Efrîn hate dagirkirin lê bila baş bizanibin gelê Efrînê di bin konan de jî bi berxwedan û îsrar Newrozê pîroz dikin û agirê wê vêdixin.”