'Newroz ji bo gelê Kurd eşqa jiyan, azadî û serkeftinê ye'

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî têkildarî cejina Newrozê got ku Newroz ji bo gelê Kurd zayîna azadî û ronahiyê ye, tu kes jî nikare Newroza gelê Kurd rawestîne.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Newroz cejneke netewî ya gelê Kurd e ku bi sedsalane tê pîrozkirin. Kurd 21'ê Adarê weke roja yekîtî, berxwedan, serhildan û azadiyê bilêv dikin. Di dîroka gelê Kurd de, çîroka Newrozê xwe dispêre destana Kawayê Hesinkar. Li gor evsaneyê, Kawayê Hesinkar li dijî zordestiya şahê ku welatê Kurdan dagir kirbû û xwîna wan dijmijand ango Dehaqê serî hildide. Kawa serkeftina berxwedan, azadiya ji koletî û serdestiyê bi dadana agir radigihîne. Ew roj ji bo Kurdan dibe rojeke nû ku navê vê cejinê jê hatiye (nû-roj) û ji merasîmên sereke yê pîrozkirina Newrozê pêxistina agir e. Ji wê demê û heta roja îro, gelê Kurd her sal di 21'ê Adarê de cejina Newrozê bi çand, hezkirin û coş pêşwazî dike.

Newroz bû serhildan, serhildan bû Newroz

Bi sedsalan e ku Newroz ji aliyê gelê Kurd ve di her şert û mercan de tê pîrozkirin. Lê bi derketina rêber gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê re cejina Newrozê derbasî qonaxeke nû bû. Bi wateyeke din mirov dikare bêje ku rengê Newrozê yê şahî û pîrozbahiyan, bi Tevgera Kurdistanê re vegeriya armanca xwe ya resen a Kawayê Hesinkar ya serhildana li hember bindestî, mîtîngerî, koletî û dagirkeriyê. Ev raman bi rengekî şênber bi Mezlûm Dogan, Zekiya Alkan, Rehşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yuce û hwd re ket piratîkê ku kawayên hemdemê bedena xwe li hember dehaqên serdemê kirin agirê Newrozê. Ji bo vê yekê ev 50 sal in di her Newrozê de peyamên bilindkirina Berxwedanê û xwedî derketina li serhildana Kawayê Hesinkar tên nûkirin.

Bi vê boneyê hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî hest, wate û girîngriya Newrozê ji ajanas me re anî ziman.

'Newroz zayîna gelê Kurd e'

Eyşe Efendî di destpêka axaftina xwe de bi van gotinên tijî hest, behsa wateya Newrozê kir: "Newroz zayîn û mîlada gelê Kurd e, hêvî û xeyalên bi hezaran sal bi riya cejna Newrozê tên ziman. Newroz, ew eşqa jiyana gelê Kurd e. Ala kesk, sor û zer ku di Newrozê de bilind dibe û agirê ku geş dibe, nîşaneya rizgariya gelê Kurd e. A niha pîrozkirin û pêşwaziya cejna Newrozê serbest bûye, lê di salên 80 û 90'î de çêja Newrozê cudatir bû. Çawa ku em weke gelê Kurd li benda vê rojêbûn, dijmin jî heman tişt. Rêjîma Sûriyê bi hemû rêbazan hewil dida ku cejna me rawestîne û bide jibîr kirin. Heta tê bîra min pêkhateya Ereb li bendê bûn ku 21'ê Adarê were da ku baran bibare. Ji ber di Newrozê de baran dibare, kulîlik dibşikvin û Kurdistan dibe bihûşta gelê Kurd ku erd û asîman zindî û xwe nû dike."

'Divê ku Newroza Îsal bibe roja têkbirina serdestiya Dehaqê serdemê'

Di domandina axaftina xwe de Eyşe Efendî destnîşan kir ku gelê Kurd gelek berhemên serhildana Newrozê bi destxistin û wiha got: "Newroza, ew roja ku em îsrara xwe ya berxwedan û serhildanê tînin ziman. Girêdayî vê mijarê me gelek rojên din yên di heman wateyê de, ango weke berhemên serhildana Newrozê bi dest xistin. Weke 12'ê Adarê, 4'ê Nîsanê, 19'ê Tîrmehê û hwd. Raste Newroz rizgariya gelê Kurd e û riya ber bi roja nû ye, lê a niha rojên me yên serhildan û berxwedanê zêdetirbûn. Ji ber vê di pîrozbahiyên Newrozê de peyamên siyasî tên dayîn, heta pêkhateyên li vir jiyan dikin ew jî name û hêviyên xwe tînin ziman. Îsal jî erdhejeke mezin çêbû ku di encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Kareseteke mirovî ye, lê dîsa jî wê Newroz neyê rawestandin. Bi taybet jî ji bo gelê Bakurê Kurdistanê, divê ku ew bi coş û daxwazeke mezintir beşdar bibin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartin nêzik dibin, divê ku beşdarbûna gelê Bakurê Kurdistanê ji Newrozê re serdestiya dehaqê serdemê Erdogan têk bibe. Pêwîste îsal li her çar parçeyên Kurdistanê emê sozê xwe yê bi jiyana azad re nû bikin."

'Wê Newroz tu caran wateya xwe winda neke'

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî got ku tu hêz nikare girêdana gelê Kurd ya bi Newrozê re qût bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Newroza me nayê rawestandin, tu hêz jî nikarin girêdana me ya ruhî û bîrdozî a bi vê cejinê re qût bike. Emê Newroza xwe îsal bikin bersiva hêviyên tevahî gelên bindest, emê bi alfbaya Kurdî şahiyê li darxistin, emê agirê Newrozê bi sirûda Ey Reqîb pêxin. Emê bi alên kesk, sor û zer govenda azadiyê bigerînin. Newroza me bi serketî ye, heta di dema ku Rêber Apo di encama komployeke navdewletî de hat girtin me Newroza xwe pêşwazî kir. Di berxwedana Kobanê de, hîna gelê me li Bakurê Kurdistanê bû û DAIŞ di gundewarên Kobanê de bû, me Newroz pîroz kir. Zindîbûn, hest û wateya Newrozê di roja xwe de ye û wê tu caran ev cejin tîna xwe winda neke."