Newaya Jin bi manşeta; ‘Bûn ronahiya heqîqetê’ rojnamegeran bi bîr anî

Rojnameya Newaya Jin ku her meh li Ewropayê weşanê dike, di hejmara 234’an de cih da qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn û bi manşeta ‘Bûn ronahiya heqîqetê’ derket.

Navenda Nûçeyan- Rojnameya jinan a mehane, Newaya Jin, rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên li başûrê Kurdistanê xebat dimeşandin û 23’yê Tebaxa 2024’an di bi êrişa balafira bêmirov û bi çek ya dewleta Tirk hatin qetilkirin, kir manşet. Di rojnameyê de daxuyaniyên Tevgera Jinên Kurdistanê û rêxistinên çapemeniya jinan, ên der barê komkujiyê de cih girtin her wiha nirxandinên Gulistan Tara yên der barê çapemeniya azadiyê de jî hene.

 ‘Wê Gulê ya riya heqîqetê qet neyê jibîrkirin’

Ji hevalên wan ên xebatê, Ozgur Serhad ji bo Newaya Jin nivîsek nivîsand û di nivîsê de bal kişand ser jiyana Gulistan Tara û got: “Me hemûyan jê re digot Gulê. Gulê  baxçeyê hevaltiyê bû. Gulê  jinek bi ruh bû. Ji bo heqîqetê girt ber çavan di agir de bişewite, tu carî paşve gav navêt. Ji ber wê em ê girêdayî heqîqeta ku Gulê li pey çûye bin. Em ê gotina heqîqetê berdewam bikin. Wê Gulêya ku mînaka havaltiyê bû, Gulêya Kurdistanê, Gulêya gel, qet neyê jibîrkirin. Wê têkoşîna wê her bijî.”

Tesbîtên Abdullah Ocalan

Di rûpela forumê de makaleya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê “Dixwazin bi Başûr komployê temam bikin” hat weşandin.

Zextên çandî û civakî

Zeyneb Erdem di nivîsa xwe de bal kişand ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ne tenê di aliyê leşkerî de, di wateya civakî û çandî de tê jiyîn. Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya bal kişand ku mudaxelekirina govendê asta ku faşîzm gihîştiyê nîşan dide, bi wê yekê dixwaze malan veguherîne girtîgehan.

Hedefên TJK-E

Rojnameyê di heman demê de der barê hedef û planên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê yên di demên pêş de hevpeyvîna endama TJK-E Zeyneb Dêrsim cih girt. Dosyaya PAJK’ê bi sernavê ‘awayê nû yê kedxwariyê’ ku ji belgeyên ‘şoreşa jinan’ hatiye komkirin, îstatîstîkên pirsgirêkên koçberan derxist holê.

Analîzên li ser mijarên cuda

Nazan Ustundag li ser pirsa ‘Aştî û  antîmilîtarîzm, kapîtalîst û li dijî dewletê’ li giştî cîhanê têkoşîna tevgerên jin li dijî şer, antîmilîtarîzm analîz kir. Di heman demê de Rûken Nexede li ser karekterê rêveberiya nû ya Îranê û cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamedî hatiye birîn nivîsî. Fîdan Yildirim jî biyografiya Sadiqeh Dowlatabadî ku yek ji navên alîkarî dide têkoşîna jinên Fars nivîsî.

Rojnamee di vê hejmarê de dosyaya Nepal, xwepêşandanên li Hindistanê, şewatên daristanan û nivîs û dosyayên bi sernavên din nivîsî û derket pêşberî xwendevanên xwe.